Li Essenê bîranîna ‘Zîlan’: Ji civak û jinê re pêşengtî kir

Li Essenê ji bo Zîlan merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Li bajarê Essen ê Elmanyayê bi rasthatin salvegera şehadetê, ji bo Zeynep Kinaci (Zîlan) merasîma bîranînê hate lidarxistin. Di aktîvîteyê de li ser navê Meclîsa Jinê ya Essenê Çiçek Qamişlo û li ser navê NAV-DEM’ê jî Mehmet Sûrûçlû axivîn.

Qamişlo wiha got: “Mîsyona pêşengtiya Zîlan a ji bo civak û jina Kurd giranbiha ye. Sêvêyan jî têkoşîna Zîlan ji bo xwe kirin mîrate.”

Sûrûçlû jî ev anîn ziman: “Di şer de ku li Rojhilata Navîn diqewime, wê Kurd serkeftî derkevin. Ji berk u ji milên siyasî û leşkerî di astek bi hêz de ne. Li cîhanê êdî astek Kurdan heye. Ev jî bi îdeolojî û felsefeya Serok Apo ye.”

Bîranîn, bi xwarina fitarê bi dawî bû.

 

...