Li Elmanyayê kotaya jinê ya li şîrketan rê li ber encamên erênî vekir
Li Elmanyayê, ji 1'ê Çileyê û vir ve kotaya ji sedî 30 ê rêveberên jin li şîrketên mezin di meriyetê de ye. Tê gotin, vê kotayê rê li ber encamên erênî vekiriye.
Li Elmanyayê, ji 1'ê Çileyê û vir ve kotaya ji sedî 30 ê rêveberên jin li şîrketên mezin di meriyetê de ye. Tê gotin, vê kotayê rê li ber encamên erênî vekiriye.
Li gorî qanûna nû, endamên desteya rêveber a şîrketên li borsayê qeydkirî, divê herî kêm ji sedî 30 jin bin.
Li gorî Wezîra Malbatê ya Federal Manûela Schwesîg, encamên destpêkê yên vê qanûnê xwe dane der. Hat ragihandin, li 150 şîrketên li borsayê qeydkirî, rêjeya ji sedî 22 a endamên jin ên desteya rêveberiyê, di demeke kin de gihîşt ji sedî 25,83.
Wezîr da xuyakirin, ku hema hema hemû şîrket li gorî pîvanên hilbijartinê yên vê qanûnê tevdigerin û destnîşan kir, pêkhatine temsîliyeta wekheviya jin û mêr a li şîrketan wê demeke dirêj dewam bike.
Li gorî Wezîrê Edaletê Heîko Maas jî, şîrketên li Elmanyayê ji aliyê rêjeya rêveberên jin ve gelekî li paş man e.