Li Elmanya û Swîsreyê Zîlan hate bibîranîn

Zeynep Kinaci (Zîlan) ku sala 1996’an li dijî hewldana suîkastê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Şamê, li Dêrsimê çalakiya fedayî pêk anibû li bajarên Ewropayê hate bibîranîn.

Li bajarên Basel, Lûzern, Lozan, Bern, St.Gallen ên Swîsre û bajarê Mannheîm ê Elmanyayê Zeynep Kinaci (Zîlan) bi merasîman hate bibîranîn.

BASEL

Merasîma bibîranînê ji aliyê Meclîsa Jinan a Ronahî ya Baselê ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate lidarxistin. Merasim di şexsê Kinaci de ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û nameya Kinaci ku beriya şehîd bikeve nivîsîbû, hate xwendin.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin, sînevîzyon hate nîşandan û merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.

SOLOTHÛRN

Li kantona Solothûrn a Swîsreyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TŞC) û ciwanên ji bajarên derdor hatin, bi merasîmekê Kinacî bi bîr anîn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre nameya Kinaci hate xwendin. Piştre qala têkoşîna Zeynep Kinaci (Zîlan) hate kirin. Li ser navê Jinên Ciwan ên Azad Feraşîn Botan axivî û got; “Em soz didin ku em ê kevneşopiya têkoşînê ya ku Şehîd Zîlanan bi ruhê fedayî ji me re hiştî bidomînin û xwedî li mîrasê wan derbikevin.”

Piştre di merasîmê de helbest û stranên têkildarî Kinaci hatin xwendin.

Li Lûzernê ji aliyê Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan, li Lozanê ji aliyê Meclîsa Jinan a Lajîn, li St Gallenê ji aliyê Meclîsa Jinan a Asrîn Deniz ve merasîmên bibîranînê hatin lidarxistin.

Li bajarê Aarou li Navendên Civaka Demorkatîk ji bo Kinaci quncikên biranînê hate amadekirin.

MANNHEÎM

Li bajarê Manneheîm ê Elmanyayê Kinaci, du şoreşgerên sosyalîst şervana MLKP Sevda Çagdaş û Eylem Ataş a DKP yî ku li Rojava şehîd bûbûn, hatin bibîranîn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Di destpêkirina merasîmê de ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Cano Yildiz axivî.

Bav û birayê Eylem Ataş jî beşdarî merasîma bibîranê bûn û ji bo Sevdaş Çadgaş AGIF’ê peyamek weşand.

Di merasîmê de aktivîsta Kurd Zozan Serhat axivî û got; “Şehîd Zîlan peşenga jina Kurd e.”

Ji DKP’ê birayê Eylem Ataş, Huseyîn Ataş axivî û got şoreşa Rojava hem ji bo gelê Kurd û hem ji bo biratiya gelan hêviyek e. Piştre sînevîzyon hate nîşandan û merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.