Şehîdên Qirkirina Êzidiyan tên bibîranîn- NÛ BÛ

Li gelek bajarên Elmanya ji bo salvegera Qirkirina Êzidiyan çalakî hatin kirin. Li Belçîkayê jî şehîdên qirkirinê hatin bibîranîn.

Ji ber qirkirina çeteyên DAÎŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzidî ya li Şengalê li gelek bajarên Elmanya çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

HAMBÛRG

Bi mîtîngekê ya li bajarê Hambûrg a Elmanyayê qirkirina li ser civaka Êzidî ya ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hate kirin hate protestokirin. Bi pêşengtiya yekbûyên Meclîsa Jinan a Rojbîn ve li ser rêya Moncdebergê çalakî hate kirin û li vir Leyla Kaya belavoka qirkirina civaka Êzidî tîne ziman xwend. Li vir Edalet Amed bal kişand ser qirkirina jin û zarokên Êzidî û nerazîbûn nîşanî bêdengiya cîhanê da. Nûnera Tevgera Jinan a Siyasî ya li Dijî Qirkirina Jinan (Black Commûnîty) Olorûntoyîn La Toya Manly diyar kir ku bi têkoşînê qirkirina jinê bi dawî dibe.

KOLN

Çalakiya li Koln a bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê hate kirin saet 11:00’an destpê kir. Çalakiya li Bahnhofvorplatzê hate kirin pankarta ‘Azadiya jinên Êzidî azadiya mirovahiyê ye’ hate vekirin. Aktivîstên kampanyaya (Ji bo Rojava tu jî rabe ser lingan) Rîseûp4Rojava ku li 18 wlatan ku Elmanya, Fransa, Îtalya, Spanya û Swîsre jî di nav de ne xwe bi rêxistin kiriye destek dan. Di axaftinên bi zimanê Elmanî hatinkirin de, bal hate kişandina ser jin û zarokên Êzidî û têkoşîna jina Kurd.

KASSEL

Kurdistaniyên li bajarê Kassel ê Elmanyayê jî dijin şehîdên Şengalê bibîr anîn. Kurdistaniyên çûn pêşiya Dêra Markûs Protestan bi keşeyê dêrê re civiyan. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi zengila dêrê demekê dom kir. Keşe got: “Ez ê du duayan bikim, yek ji bo şehîdên Şengalê yek jî ji bo kesên ku ew rizgarkirine.” Kurdistanî ji bo tevlî meşa li Hannoverê bibin ketin ser rê.

ESSEN-GÎSSEN

Şehîdên Qirkirina Şengalê li bajarên Essen û Gîessenê yên Elmanyayê jî hatin bibîranîn. Bîranîna ji aliyê Rêveberiya Meclîsa Essenê ve hate kirin. Li bajarê Gîessenê jî bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Berçem Kurdistaniyên li Berlînerplatzê hatin ba hev şehîdên şengalê bibîr anî.

LIEGE

Li bajarê Lîege bi pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê şehîdên Şengalê hatin bibîranîn. Di axaftinên bîranînê de hatin kirin rola PDK’ê ya di komkujiyê de hate şermezarkirin.

SYDNEY

Li bajarê Sydny ê Awûstralyayê şehîdên Qirkirina Êzidiyan hatin bibîran. Çalakiya bi pêşengtiya NCKD hate kirin li Qada Sydney Town Hallê pêk hat. Jinên Kurd ên hatin ba ji bo jin û zarokên hatine qetilkirin deqeyek rêz hate kirin.

Rojnamevanên Green Left Weekly Peter Boyle dîsa berdevka Yekîtiya Jinên Sosyalîst Pîp Haner axivî. Her wiha Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî jî bi rêya Skype tevlî çalakiyê bû û got: “Em kesên ku xwestin me ji dîrok bibin ew tine kirin.”

LONDOR

Li Londonê jî li navenda Camden Town şehîdên qirkirina ferman 73’ê hatin bibîranîn. Di çalakiyê de nirxandin li ser qirkirinê hate kirin û êrîşên dewleta Tirk li ser Rojava jî hate şermezarkirin.

Meclîsa Jinan a Roj a Londonê şanoyek li ser qirkirinê nîşandan.