Li paytext Parîsê şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

Li paytexta Fransayê Parîsê şehîdên qirkirina Şengalê hatin bibîranîn.

Bi pêşengiya Tevgera Jina Kurd a Fransayê (TJK-F) çalakî saet 11.00'an li ber şaredariya Parîsê hate kirin.

Di salvegera 5'an a êrîşên qirkirinê de ya çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser Êzîdiyan jinên Kurd kincên spî li xwe kirin, ji bo şehîdên Şengalê û jin û zarokan deqeyekê rêz hate girtin.

Bi pankarta, ''Ji jinên Êzîdî re azadî, ji mirovahiyê re azadî'' û ''Li dijî DAÎŞ'ê hevgirtina bi Kurdan re'', lîstikeke teatral a komkujiyê hate vegotin.

Ji bo qirkirina li ser Êzîdiyan were şermezarkirin, îşev saet 17.00'an li Meydana Republîce wê meşek were kirin. Bang hate kirin ku her kes tevlî meşê bibe.