Li Grazê di êrîşê de herî kêm 10 kes mirin, 28 kes birîndar bûn
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, di êrîşa li ser dibistanekê de, êrîşkar jî di nav de herî kêm 10 kes mirin, 28 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, di êrîşa li ser dibistanekê de, êrîşkar jî di nav de herî kêm 10 kes mirin, 28 kes jî birîndar bûn.
Medya Awûstûryayê diyar kir ku 10'ê Hezîranê roja Sêşemê li bajarê Grazê di êrîşa çekdarî de ya li dibistanekê hate kirin, êrîşkar jî di nav de herî kêm 10 kes mirin.
Medya dewletê ORF'ê ragihand ku 28 kes birîndar bûn, ku rewşa çar ji wan krîtîk e.
Dibistana navîn a ku êrîş lê hate kirin li kolana Dreierschuetzengasseyê ye.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê rojnameya OE24 ve hate ragihandin, êrişkar di wê baweriyê de bû ku li dibistanê tacîz lê dihate kirin. Hate ragihandin ku piştî êrîşê êrişkar ku bi xwe jî xwendekar bû li tiwaletê bi çekê xwe kuşt.
Tê gotin, di nava qurbaniyan de sê zarokên keç, sê xwendekarên lîseyê û mamosteyekî li derveyî avahiya dibistanê jî hebûn.
Rayedaran saet derdora 11:30'î de diyar kirin ku cihê bûyerê hatiye ewlekirin.
Polîs got, "Rewş ewle ye, êdî xetere nîne" û diyar ir ku derdora dibistanê ji bo vê gavê hatiye girtin.
Rayedaran hîn agahiyeke berfireh nedan ku êrîş ji aliyê kesek bi tenê yan jî komekê ve hatiye kirin.
Rayedaran ji Ajansa Nûçeyan a Awûstûryaê re gotin, "Rewş hîn gelekî tevlîhev e, lê belê dibe ku ev yek bûyereke dînitiyê be."