Li Êlihê termê jinekê hate dîtin

Li Êlihê termê jinekê hate dîtin

Li navçeya Kercos ya Êlihê termê jinekê hate dîtin

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, dema ku ajovanê mînîbusê diçû gundê Kayalar yê girêdayî Kercosê, li devera Tîlkîtepe gûman ji serhev kombûyîna kuçîkan kir û rewş ji Fermandariya Cendirmeyan ya Navçeyê re ragihand. Cendirmeyên hatin cihê bûyerê, termê jinekî temen di navbera 35-40 de dîtin.

Termê ku beşek wê ji aliyê lawiran ve hatî perçekirin, ji bo tespîta nasnameyê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Kercosê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kercosê, ji wir jî birin Saziya Tiba Edlî ya Amedê. Li ser termê hatiye dîtin, tiştek nedîtin ku nasnameya wê aşkera bikin.