Li Êlihê mîtînga 8'ê Adarê
Li Êlihê mîtînga 8'ê Adarê ku ji aliyê TJA ve bi şîara 'Bi berxwedana jinê wê azadî bi serbikeve' li Stadyûma bajêr a 16'ê Gûlanê hatibû lidarxistin bi dirûşma 'NA' didome.
Li Êlihê mîtînga 8'ê Adarê ku ji aliyê TJA ve bi şîara 'Bi berxwedana jinê wê azadî bi serbikeve' li Stadyûma bajêr a 16'ê Gûlanê hatibû lidarxistin bi dirûşma 'NA' didome.
Li derdora stadyûmê gelek pankart hatin daliqandin û alên HDP’ê û TJA’ê yê hatin bilindkirin. Li qadê yek ji dîmenê ku herî balkêş, wêneyên jinên ku li jêrzemînên Cizirê de bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin bû. Dema mîtîng destpê kir TJA yê qûrnefîl li jinan belav kir. Li qada mîtîngê bê navber dirûşmeyên 'NA', 'Jin, Jiyan, Azadî' û tilîliyên dayikan hatin berzkirin. Nameya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel ya ji bo 8'ê Adarê hatibû şandin hat xwendin. Jinên Êlihê peyama wan bi coşekî mezin pêşwazî kirin.
Piştî nameyê Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Saadet Beceriklî axivî û got: "Jin rengê jiyanê ne, jin jiyan bi xwe ye. Kesên dijminahiya reng û kenê me dikin vê govenda me jî napejirîn, hemû bawerî, reng û nasnameyan di nava hev de ne jî qebûl nake. Huda Kaya ya ku got: "Jin bi berxwedanê xweşik e." Kaya di dewama axaftina xwe de wiha got: "Dema jin kêfxweş be ciwan e. Jina kêfxweş tê wateya civaka kêfxweş û cîhana kêfxweş.
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî axivî û wiha got: "Em bi tilîliyên xwe wan ditirsînin. Dixwazin vîna jinê bêxin nava çar dîwaran û tine bikin. Dixwazin jin dernekevin qadan û tenê di mal de bên hepskirin. Lê em li vir carek din bang dikin, Em jin li vir in, em li qad, kolan û meclîsê ne. Em ê hertim li van deran bin. Em ê li dijî politîkayên ku vîna jinê tine dibînin bisekinin û bêjîn 'NA'.”