Li Efrîkaya Başûr femînîsîd: Her roj sê jin tên kuştin

Li gorî statîstîkên dawî yên li Efrîkaya Başûr her roj sê jin ji ber tundiya hevserê xwe jiyana xwe ji dest didin.

Efrîkaya Başûr ji bo jinan li dinyayê yek ji welatên herî metirsîdar e.

Rojnameya The Citizen a Johannesburgê ragihand, "Li gorî statîstîkên dawî her roj herî kêm sê jin ji ber tundiya hevserê xwe jiyana xwe ji dest didin. Ev yek jî nîşan dide ku tundiya zayendî gihîştiye asteke metirsîdar."

Li gorî rojnameyê tundiya li jin û zarokan di deh salên dawî de zêde bû. Li Efrîkaya Başûr rêjeya kuştina jinan li gorî rêjeya nîvekê ya dinyayê bi pênc qatî zêde ye.

Li gorî rapora salane ya South African Board for People Practices (SABPP), her yek ji pênc jinên Efrîkaya Başûr mexdûrên tundiya fîzîkî ne. Li herêmên ku hatineya wê kêm e her yek ji sê jinan mexdûrên tundiya fîzîkî ne.