Li Edeneyê bi hezaran jinan dest bi meşê kir
Li Edeneyê bi hezaran jinan dest bi meşê kir
Li Edeneyê bi hezaran jinan dest bi meşê kir
Li Edeneyê bi hezaran jin ji bo mitîngê hatin cem hev û bi pankarta "Ji Ocalan re azadî ji qirkirinê re na" dest bi meşê kir.
Ji bo mitînga 8'ê Adarê ya li Edene bi hezaran jin li ber Teatreya Mîmar Sînan hatin cem hev. Jinên hatin cem hev dest bi meşê kirin û Parlementera BDP'ê Emîne Ayna jî tevlî meşê bû. Jin di bin tedbîrên polîsan de ber bi Qada Ugur Mumcu ve dimeşin.
Di meşê de pankartên "Ji Ocalan re azadî ji qirkirinê re na", "Bi berxwedana rêhevalê rojê re agirê azadiyê bilind bikin" hatin vekirin û dowîzên "Ji operasyonên leşkerî re na", "Sakîne, Leyla Fîdan" û "Dest nede vîna min" hatin hilgirtin. Di meşê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê slogan hatin qîrîn û sloganên "Jin jiyan azadî" û "Qirkirina jinê qirkirina civakê ye" qîr kirin.