Li Dûsseldorfê di çalakiya edaletê de piştgirî ji bo HDP’ê
Çalakiya edaletê ya jib o 3 jinên Kurd ên şoreşger ku li Parîsê hatibûn qetlkirin dewam dikin. Di çalakiyê de li dijî faşîzma AKP’ê ya li ser HDP’ê banga piştgiriyê hate kirin.
Çalakiya edaletê ya jib o 3 jinên Kurd ên şoreşger ku li Parîsê hatibûn qetlkirin dewam dikin. Di çalakiyê de li dijî faşîzma AKP’ê ya li ser HDP’ê banga piştgiriyê hate kirin.
Li bajarê Dûsseldorf a Elmanyayê, çalakiya edaletê ya ji bo yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û endamaTevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin hate lidarxistin. Çalakiya vê hefteyê Însyatîfa Jinan a Bochûm dewir girt.
Di çalakiya ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurdistanê yên Elmanya (YJK-Elmanya) û Buroya Aştiyê ya Jinan (CENÎ) ve hate organîzekirin de, dirûşmên bi Elmanî û Fransî yên mîna “Jin,jiyan,azadî”, “ Sara, Rojbîn, Ronahî”, “Faşîst Erdogan, hevkar Fransa” û “Kujerê jinan Erdogan” qîr kirin.
BANGA HEVPAR A TÊKOŞÎNÊ
Çalakiya li Martîn Lûtter Platz hate lidarxistin saetekê domand.Çalakger ji vir çûn pêşiya parlementoya eyaleta NRW’ê ya li Dûsseldorfê, di pêşengtiya TEV-ÇAND’ê de bi sirûda “Em rê nadin faşîzmê” ji bo piştgiriyê bidin HDP’ê mîtingek li dar xistin. Çalakgerên ku bang li parlementeran kir û diyar kirin ku ji bo ji faşîzma dewleta Tirk re bêjin ‘Raweste’ divê têkoşînekî hevpar bidin meşandin.
Çalakî, piştî axaftinan bi dawî bû.