Li Dusseldorfê çalakiya edaletê

Ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkrin, duh li bajarê Elmanya Dusseldorfê çalakiya edaletê hat lidarxistin.

Çalakiya ku her rojên Çarşemê tê lidarxistin, bi pêşengiya YJK-Elmanya û CENÎ ve pêk hat. 

Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Monchengladbachê û Însiyatîfa Jinê beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de posterên her sê jinên şoreşger ên di komkujiyê de hatin qetilkirin hatin hilgirtin û dirûşma "Jin jiyan azadî" hat qîrîn.

Çalakî piştî xwendina belavoka bi zimanê Elmanî qediya.

...