Li Dusseldorfê çalakiya edaletê
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê wek her roja Çarşemê îro jî li ber Sefaretxaneya Fransî ji bo 3 şoreşgerên Kurd ên 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin çalakî hate lidarxistin.
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê wek her roja Çarşemê îro jî li ber Sefaretxaneya Fransî ji bo 3 şoreşgerên Kurd ên 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin çalakî hate lidarxistin.
Çalakvanên ji bo 3 jinên şoreşger ên Kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin, kom bûn, xwestin ku hêzên li pey qetlîamê bêne ronîkirin.
Koma ku danê nîvro li ber Sefaretxaneya Fransî kom bû, posterên Cansiz, Dogan û Şaylemez, her wiha pankarta “Em dixwazin kuştina Sakîna, Fîdan û Leyla ya li Parîsê bê ronîkirin” vekirin. Çalakvanên posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hilgirtin, dirûşmeyên ronîkirina cinayetê berz kirin.
Di çalakiyê de gelek belavok jî hatin belavkirin.