Li Dusseldorfê çalakiya "dest nede vîn û wekîlên min" a jinan
Jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li bajarê Elmanya Dusseldorfê dijîn, berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê silav kirin û çalakiya "dest nede vîn û wekîlên min" lidar xistin.
Jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li bajarê Elmanya Dusseldorfê dijîn, berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê silav kirin û çalakiya "dest nede vîn û wekîlên min" lidar xistin.
Çalakiya xwedîderketina li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji aliyê YJK-Elmanya û rêxistinbûyîna Jinên Dikenin ve hat organîzekirin. Jinên ji Meclîsa Jinê ya Viyan a Wûppertalê, Însiyatîfên Jinan ên Monchengladbach, Grevenbroîch, Neuss, Dusseldorf, Krefeld, komeleyên Elewiyan ên Dusseldorf û Ratîngenê beşdarî çalakiyê bûn.
Jin li ber stasyona trenê ya Dusseldorfê saet di 18:00 de li hev civiyan û tevî barana zêde jî du saetan çalakî pêk anîn. Jinan diyar kirin, ew ê rênedin faşîzma AKP'ê.
Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Dest nede vîn û wekîlên min", "Em ê rê nedin faşîzma AKP û DAIŞ'ê" hatin vekirin û bi zimanên Elmanî, Kurdî û Tirkî dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Li dijî faşîzmê dest bidin hev", "Bijî HDP", "Bijî piştgiriya hev a jinên şoreşger", "Bijî berxwedana Kurdistanê" hatin qîrîn.
Li dû xwendina belavoka bi zimanê Elmanî, jinan di nava stasyona trenê de ji bo 15 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn û bi qîrîna dirûşmên "HDP em in, Kurdistan em in, Tirkiye em in", "Em ê serî li ber kesî netewînin" dawî li çalakiya xwe anîn.