Li Dûma civîna hevpar a jinên Kurd û Rûs
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê û Partiya Rûsya ya Dadwer, li Dûma'yê bi serevanê "Di şerên herêmî de rola jinan" civîneke hevpar hat lidarxistin. Di civînê de gelek parlamenter û jin amade bûn.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê û Partiya Rûsya ya Dadwer, li Dûma'yê bi serevanê "Di şerên herêmî de rola jinan" civîneke hevpar hat lidarxistin. Di civînê de gelek parlamenter û jin amade bûn.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê û Partiya Rûsya ya Dadwer, li Dûma'yê bi serevanê "Di şerên herêmî de rola jinan" civîneke hevpar hat lidarxistin. Di civînê de gelek parlamenter û jin amade bûn.
Civîn li salona civînê ya partiyê hat lidarxistin û tevî parlamenter Dmîtry Zakharov, Darya Sorokyna û Olga Konstatînovna, Seroka Kongreya Jinên Yahûdî ya Navneteweyî Valeriya Maksovna, Seroka Xebatên Jinê yên Dûma Tamara Vasîlyevna, Seroka Yekîtiya Dayikên Rûsya ya Nû Yelena Vîktorovna, Seroka Komîteya Alîkariya Însanî û Civakî ya Dûma Olga Îvanovna, Koordînatora Projeya Navneteweyî ya Yekîtiya Jinên Rûsyayê Yelena Yakovlevna, Seroka Beşda Psîkolojî ya Enstîtuya Plehanov Doç. Natelîa Nîkolayevna, Berdevka Organîzasyona Civakî ya Mosokovskî Poryadok Yekaterîna Olegovna, Hevseroka Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê Manana Pîr, Seroka Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowê Tara Qadir, Seroka Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê Cûlyeta Aram, Hevseroka Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên li Rûsyayê Liyana Smoyan, endama Rêveberiya KJK'ê Çinar Tolhildan û gelek jin amade bûn.
Axaftina vekirinê ya civînê ji aliyê parlamenter Dmîtry Zakharov ve hat kirin. Zakharov bal kişand ser girîngî û wateya têkoşîna bi pêşengiya jinê û got, "Hebûna temsîla jinên Kurd îro li vê derê, wê civîna me bêhtir berhemdar bike."
Endama Rêveberiya KJK'ê Çinar Tolhildan di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser qewimînên i herêmê û got, "Koma Jinên Kurdistanê (KJK) ku nîşaneya şênber a bîrdoziya rizgariya jinê ye, yekîtiyeke konfederal a kesayet û rêxistinbûyînên jinan e, ku xwe li ser bingeha paradîgmaya azadîparêziya jinê, ekolojîk û demokratîk xwe bi rêxistin kirine. Dixwaze bîrdoziya azadiya jinê civakî bike, neteweya demokratîk ava bike, jiyana civakî ya komunal a demokratîk bi pêş de bibe û li hemberî modernîteya kapîtalîst modernîteya demokratîk ava bike."
Tolhildan da zanîn, rêxistinbûyîna Yekîtiya Star a li Rojavayê Kurdistanê dewama kevneşopiya bîrdoziya rizgariya jinê ye û got, "Li ser bingeha pîvan û bîrdoziya wê de ji aliyê siyasî, civakî, leşkerî û bîrdozî ve xwe bi rêxistin dike. Ji aliyekî ve ji bo azadiya xaka xwe têdikoşe û li hemberî al û bîrdoziya reş a DAIŞ'ê şer dike, li aliyê din jî hewl dide rêxistinbûyîn, artêşbûyîn û sîstema xwe bide rûniştandin."
Tolhildan da xuyakirin, ku divê şerê li Rojava li dijî DAIŞ'ê tê meşandin baş bê fêmkirin û destnîşan kir, ku li Rojava bîrdoziya DAIŞ nûnertiya wê dike û bîrdoziya tevgera azadiyê ya Kurd nûnertiya wê dike, li hemberî hev şer dikin.
Tolhildan ragihand, ku derxistina şoreşa Rojava ji nava sînorên xwe, nîqaşkirina cewhera azadiya jinê, wê tevkariyeke girîng li şoreşa niha dewam dike bike û got, "Li kîjan welatî dibe bila bibe, jinek di nava vê sîstemê de dijî divê ji bo kêliyekê bisekine, li xwe vegere û bifikre, bê ji bo xwişka xwe ya li çeperên şer ên Rojava têdikoşe yan birîndar bûye yan jî di pêvajoya avakirinê de dixebite, çi dikare bike."
Di dewama civînê de Seroka Komîteya Alîkariya Însanî û Civakî ya Dûma Olga Îvanovna peyivî û da zanîn, Tevgera Jinê ya Kurd jin ji nû ve nirxandiye. Îvanovna got, "Jinên Kurd bi rengekî hêjayî pesindayînê ye li ber xwe dan û di şerê li herêmê de bûn pêşeng. Rola jinan a di şer de roj bi roj zêde dibe û nepêkane ku mirov vê ji nedîtî ve bên."
Seroka Kongreya Jinên Yahûdî ya Navneteweyî Valeriya Maksovna jî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û destnîşan kir, ku ya li Bakur diqewime hovîtiyek e. Maksovna got, "Divê em hemû destekê bidin Kurdên îro li dijî dijminê me yê hevpar şer dikin û di vî şerî de divê em li cem wan bin."
Koordînatora Projeya navneteweyî ya Yekîtiya Jinên Rûsyayê Yelena Yakovlevna diyar kir, jin li dijî şer e û got, "Weke jin em ti carî nebûn alîgirê şer. Lê belê dema mijar welatê me, azadiya me û siberoja me be, ji bilî şer tiştek nayê hiştin. Ya ku niha li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Kurdistanê jinên Kurd dikin, ev e. Ew ji bo azadiya xwe û welatê xwe têdikoşin. Weke Yekîtiya Jinên Rûsyayê divê em ji wan re bibin alîkar û li tevahiya cîhanê bibin dengê têkoşîna wan."
BIRYARÊN HATIN STENDIN
Piştî axaftinan, li ser bingeha têkoşîna hevpar biryar hatin girtin. Di encamnameya civînê de biryarên hatine wergirtin bi vî rengî ne:
-Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve destûr nayê dayîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Bi heyeta Îmraliyê re jî ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve nikare hevdîtinê bike û di nava mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ji ber van şert û mercên giran ên tecrîdê em ji tenduristiya Ocalan bi fikar in. Ji bo ev tecrîda li dijî mirovahiyê ya dewleta Tirk li hemberî Ocalan dimeşîne bê rakirin, CPT û raya giştî ya navneteweyî divê derhal bikevin nava tevgerê. Di vî warî de wê xebat bên meşandin.
-Civîna me destekê dide berxwedana xwerêveberiyê ya gelê li bajarên Bakurê Kurdistanê. Li dijî polîtîkayên şerê kirêt ên hikûmeta AKP'ê derdikeve û bang li tevahiya raya giştî ya demokratîk dike ku li dijî van polîtîkayan derkeve. Wê li hemberî înkarkirina Kurdan têkoşîneke hevpar were meşandin.
-Berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê ya li Rojava û Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ'ê meşand û serketineke dîrokî bi dest xist, hêjayî pesindayînê ye. Ji bo tedawîkirina ciwanên Kurd ên di şerê parastina xaka xwe de birîndar bûne, hewldan bên kirin. Tevî heyeteke çavdêr wê heyetek ji doktorên pispor ji herêmê re bê şandin.
-Ji bo têkoşîna jinên Kurd a li Rojhilata Navîn û Kurdistanê dimeşîne bêhtir were nasandin, xebat bê meşandin. Ji bo xurtkirina piştevaniya jinê ya navneteweyî wê hewldan bên kirin."