Li Drancyê çalakiya 8'ê Adarê

Li banliyoya Drancy a Parîsê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê çalakiyek hat lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Zîn ve li Navenda Civaka Demokratîk pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna jinên berxwedêr ên di nava têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir.

Li dû nîşandana sînevîzyonê li ser dîroka 8'ê Adarê, endama TJK-E Jiyan Ege peyivî û got, "Mîrateya karkerên jin ên 160 sal beriya niha bi saxî hatin şewitandin, îro li çar aliyên cîhanê ji aliyê jinên berxwedêr ve dewr hatiye girtin. Jinên Kurd li Şengal, Qendîl, Reqa, Kerkûk, Şaxoyê hêzê ji vê mîrateyê digirin û dibin mînak ku azadî ne tenê xeyal e."

Di çalakiyê de Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Sema Yuce, Arjîn Garzan û 14 gerîlayên YJA Starê yên di meha Adarê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. Di çalakiyê de, gulên sor hatin belavkirin û ji bo meşa jinan a li navenda Parîsê banga tevlîbûnê hat kirin.