'Li dijî zîhniyeta nêr û mêtînger a AKP'ê divê têkoşîn bê mezinkirin'

Jinên KCK'yî bal kişandin ser polîtîkayên AKP'ê yên şîdeta li hemberî jinê û banga mezinkirina têkoşînê li jinan kirin.

Jinên KCK'yî bal kişandin ser polîtîkayên AKP'ê yên şîdeta li hemberî jinê û banga mezinkirina têkoşînê li jinan kirin.

Endama Komîteya Aboriyê ya KCK'ê Çarçel Engîzek, endama Komîteya Gel û Bawqeriyan a KCK'ê Delal Afşîn û endama Komîteya Dîwana Edaletê ya KCK'ê Evîn Şirnex, şîdeta AKP'ê ya ji her alî ve li hemberî jinê dike, nirxandin.

ENGÎZEK: DIXWAZIN JINÊ JI NAVA ABORIYÊ DERXÎNIN

Endama komîteya Aboriyê ya KCK'ê Çarçel Engîzek diyar kir, cihê jinê yê li nava jiyana civakî yekser pêwendiya xwe bi kedê ve heye û got, "Ji ber rol û berpirsyariya xwe ya civakî, jin di hemû serdeman de li navenda aboriyê bû. Lê belê piştî ku hêza mêtînger, nêr û serdest belav bû, kûrtir bû, aborî li dijî jinê hat bikaranîn. Derxistina aboriyê ji nava jiyanê û civakê tê wateya derxistina jinê ji nava aboriyê." Engîzek destnîşan kir, ku sîstema îro ya AKP'ê û dewleta mêr a yekparêz, sîstemeke ku jin li derveyî aboriyê hatiye hiştin û vîna xwe hatiye şikandin e.

Engîzek işaret bi rewşa jinê ya ji nava aborî, hilberîn û civakîbûnê hatiye derxistin û got, "Di nava civakê de ya bûye para jinê; bêkarî, birçîbûn û xizmeta bîst û çar saetan a bê berdêl e. Civak û jin di nava şert û mercên herî zehmet de bi rengekî bê ewle tên xebitandin û keda wan bi erzanî tê dizîn. Li dijî zîhniyeta nêr û mêtînger a roja îro, ji bilî rêxistinbûyîn û têkoşîna azadiyê, rêyeke din li ber jinê nîne."

ŞIRNEX: NAVENDA PÊKANÎNA ŞÎDETÊ MECLÎS E

Endama Dîwana Edaletê ya KCK'ê Şirnex jî bal kişand ser şîdeta li nava Meclîsê û got, "Bi rengekî vekirî û li pêş çavan tê dîtin, ku navenda pêkanîna şîdetê Meclîsa Tirkiyeyê ye. Amadekirina hemû projeyên li ser şer û şîdetê, karê sereke û bingehîn ê vê navendê ye."

Şirnex da xuyakirin, ku zivistana 2015-2016'an de asta şîdeta dewletê ya li Cizîra Botan, Silpiya, Kerboran, Gever û li tevahiya Kurdistanê zêde bû. Sedema vê yekê jî ew e; çeteya Erdogan/Qesrê çanda şer timî mezin dike."

Şirnex da xuyakirin, ku jin û ciwan li hemberî vê yekê bê alternatîf nînin û got, "Hem ji aliyê siyasî, hem jî ji aliyê hiqûqî ve dikarin bibin hêzeke alternatîf." Şirnex diyar kir, Kurd ti carî bê alternatîf nema ne û bal hat kişandin ser pêşengî û ronakbîriya di şexsê jinê de derketiye holê. Şirnex ragihand, gel qadên xwe yên siyasetê bi xwe diyar dike, yên vê rastiyê ji nedîtî ve tên, ew bi xwe ji pêşdîtinê bêpar in."

AFŞÎN: DIXWAZIN ŞEKIL BIDIN JINÊ

Endama Komîteya Gel û Baweriyan Delal Afşîn diyar kir, zîhniyeta AKP'ê çawa ku şekil dide her tiştî dixwaze şekil bide jinê jî û got, "Mîna beriya niha bi demekê Emîne Erdogan li cihekî axivî bû. Gelekî balkêş bû. Projeyeke AKP'ê ya ji nû ve zindîkirina Împaratoriya Osmanî heye. Erdogan dixwaze di şexsê xwe de Xalîfetiyê bide rûniştandin. Xeyaleke xwe ya bi vî rengî heye. Em vê yekê di pratîka wî ya rojane de dibînin. Dixwaze sîstema serokatiyê jî veguherîne sîstemeke padîşahî û xelîfetiyê. Emîne Erdogan jî di axaftina xwe de ev yek bi rengekî zelal got; divê ji bo jinan tiştekî weke harem bê avakirin..."

Afşîn da xuaykirin, ku feraseta azadiyê ya AKP pêşkêşî jinan dike, harem e got, "Gelo meşandina vê polîtîkayê îro pêkan e? Li hemberî jinên zane, hay ji xwe heyî û di nava lêgerîna azadiyê de ne, ev nepêkan e."

Afşîn destnîşan kir, ku ji bo deşîfrekirin polîtîkayên AKP'ê û azadkirina jiyana jinê, divê jin têkoşîna xwe mezintir bikin.

...