Meclîsa Jinên Êzîdî ya Şengalê, bi rasthatina 2’yemîn salvegera qirkirina li hember Êzîdiyan ku 3’yê Tebaxa 2016’an ji aliyê dijminê mirovahiyê çeteyên DAÎŞ’ê li dijî civaka Êzîdî ya li Şengalê pêk hatibû, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev hatin gotin: “Çeteyên DAÎŞ’ê, Şengal a ku welatê dîrokî yê Êzîdiyan ku cudahiyek olî ya Kurdan e û xwe dispêre olê Zerdeştiyê bi êrîşek 3’yê Tebaxa 2014’an ve dagir kirin. Perezgehên Êzîdiyan tarûmar kirin, berxwedêr înfaz kirin, li ser gelê xwecihî jî an soza girêdanê an jî mirin ferz kirin. Li Şengalê di qirkirina DAÎŞ’ê de nêzî 5 hezar Êzîdî hatin qetilkirin, nêzî 200 hezar mirovî karibûn xwe rizgar bikin. 50 hezar Êzîdiyên ku xwe avêtin Çiyayên Şengalê jî bi awayekî dorpêçkirî, bê xwarin,û av û bêyî alîkariya tibî, bi birçîbûnê û tîbûnê re hevrû bûn. Dîsa, nêzî 5 hezar jin û zarokên Êzîdî dîl hatin girtin. Wek ganîmetê şer dest danîn ser, wek koleyên cinsî firotin, an jî dan fermandarên DAÎŞ’ê. Yên guhertina olî nepejirandin, hatin êşkencekirin, tecawizkirin û herî dawî jî qetilkirin. Pitikên li girtîgehan hatin dinê bi zorê ji dayikan hatin standin û ber bi nediyariyekê hatin berdan. Jinên ku çeteyên DAÎŞ’ê dest avêtin wan, ji Çiyayê Şengalê xwe avêtin û xwe kuştin. Tevî hejmarek mezin dibe ku reviyabin an jî hatibin rizgarkirin, lê hê jî nêzî 3 hezar jinên Êzîdî di bin esareta DAÎŞ’ê de ne.”
‘PÊWÎSTÎ BI ÇALAKIYA NETEWEYÎ Û NAVNETEWEYÎ HEYE’
Di daxuyaniyê de ku li ser qirkirina jinê ya bi destê çeteyên DAÎŞ’ê hate rawestandin, wiha hate gotin:
“Wek ganîmeta şer revandina jinan, kolekirin, destavêtina sîstematîk, bi zorê guhertina olê û sepanînê wekî vê ne tenê hêmanên şerekî sîstematîk ên li dijî jinan e, her wiha wek qirkirina jinan derdikeve pêş.
Di serî de jinên li Şengalê, gelê Êzîdî, li dijî van çalakiyên qirkirinê yên DAÎŞ’ê bi xwerêveberî û xweparastinê bersiv dan. Îro Çiyayên Şengalê, bi meclîsên gel û jinan û yekîneyên xweparastinê ku wek îfadeya îradeya kolektîf e, navenda xwerêveberiya Êzîdiyan e. Lê, gefa DAÎŞ’ê ya li ser gelê Êzîdî, li Sîncarê hê jî dewam dike û hê jî hejmarek gelek mezin jin di dest DAÎŞ’ê de ye. Ji bo rizgarkirinê pêwîstî bi çalakî û piştevaniya neteweyî û navneteweyî heye.”
Di daxuyaniyê de rapora Komîsyona Taybet a NY ku 19’ê Hezîrana 2016’an hatibû ragihandin hate bibîrxistin, wiha hate dewamkirin:
“Heta berpirs bên darizandin û hesab bidin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bi rasthatina 2’yemîn salvegera qirkirinê ku DAÎŞ’ê li dijî gelê Êzîdî li Şengalê meşandin, em bang dikin ku roja 3’yê Tebaxa 2016’an wek ‘Li Dijî Qirkirina Jinê û Nîjadkujiyê Roja Çalakiya Navneteweyî’ bê nasîn. Îro jî wê endamên Tevgera Jinên Kurd li cihên cuda ên Kurdistanê û Ewropayê rêzê bigirin û çalakiyê protestoyî li dar bixin. Em banga tevlîbûnê li we jî dikin û dixwazin bi çalakiyên we yên cuda bi cuda ve em bi hev re dengê jinên Êzîdî bilind bikin.”
SAZIYÊN KU PIŞTGIRÎ DIKIN
BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK)
Rêxistina Parastinê Ya Mafê Jinan a Rassan
Rêxistina Pêşketina Civakî
Rêxistina Hevdîtinê ya Mafê Mirovan û Jinê ya Sazan
Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Cûdakarî û Şidetê Ya Li hember Jinê ya Saya
Enstîtuya Xebatê Ya Ji bo Pêşketina Demokrasiyê
Tifaqa Jinên Kurdistanê
Yekitiya Jinên Kurdistanê
Rêxistina Alîkariya Hê Zêdetir Xizmeta Tendirustiyê ya Ji bo Jinê ya Zhîndrûstiyê
Navenda Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK)
ROJAVA
Kongreya Star
Weqfa Jinên Azad
Odeya Jinan
Komeleya Sara Ya Li Dijî Şideta Li Hember Jinan
Şaxê Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)
Şaxê Jinan a Partiya Çep a Kurdan a Sûriyeyê
Şaxê Jinan a Partiya Çep a Demokratîk a Kurdan a Sûriyeyê
Şaxê Jinan a Partiya Komînîst a Kurdistanê
Şaxê Jinan a Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê
Şaxê Jinan a Partiya Civakî Ya Netewî Ya Kurdistanê
Şaxê Jinan a Partiya Demokratîk a Kurdistanê Ya Sûriyeyê
Şaxê Jinan a Partiya Keskan a Kurdisanê
Şaxê Jinan a Partiya Vegûherînê Ya Kurdistanê
Şaxê Jinan a Partiya Netewî Ya Azad
BAKURÊ KURDISTANÊ
Platforma Têkoşînê Ya Ji Bo Jinên Tên Ragirtin
Kongreya Jinên Azad (KJA)
Meclîsa Jinan a Partiya Herêman a Demokratîk (DBP)
Meclîsa Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)
Komeleya Jinan a Selîs
Komeleya Jinan a Ceren
Komeleya Jinan a Keskesor
ROJHILATÊ KURDISTANÊ
Civaka Jinên Azad a Kurdistana Rojhilat (KJAR)
EWROPA
Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî
Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB)
Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E)
Femmes Solîdaîres
Rêxistina Sêwan a Meclîsên Jinên Êzidî yên Elmanyayê
Yekîtiya Ciwanên Êzidî
Navenda Komeleyên Êzidî
Buroya Aştî Ya Jinên Kurd a Cenî
Komeleya Lihevhatin û Perwerdehiyê Ya Hêvî
Komeleya Kevnas a Êzidî
Komeleya Kaniya Spî
Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK)
Yekîtiya Xwendevanên Jin ên Kurdistanê (JXK)
Mala Aştiyê Ya Kurdan a Bîelefeld
Federesyona Elewiyên Demokratîk (FEDA)
Yekîtiya Demokratîk a Bîelefeld
TIRKIYE
Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (KCD)
Meclsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)
Meclîsên Jinan a Sosyalîst (SKM)
Meclîsa Azadiya Jinan (KOM)
Weqfa Piştgiriya Bi Jinan Re (KADAV)
QIBRIS
Komeleya Mafê Koçberan (MHD)
Atolyeya Femînîstan (FEMA)
Akademiya Jinên Azad (OKA)