"Li dijî komkujiyeke gengaz em dengê xwe bilind bikin!"

Meclîsa Azadiyê ya Jinan, li dijî hewldana komkujiyê ya li navçeya Amed Farqînê banga 'dengê xwe bilind bikin' kir.

Meclîsa Azadiyê ya Jinan, li dijî hewldana komkujiyê ya li navçeya Amed Farqînê banga 'dengê xwe bilind bikin' kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Meclîsa Azadiyê ya Jinan de hat gotin, "Li gorî agahiyên me ji hevalên xwe wergirtine, li pêşiya navçeyê ketin û derketin hatiye asêkirin, xetên înternet û telefonê qut bûne. Gel li ber Farqînê civiyane lê destûr nayê dayîn ku kes bikevin hundirê navçeyê. Parlamenterê HDP'ê Îdrîs Balûken, di encama hevdîtinan de karî biçe navçeyê. Li sê taxên navçeyê pevçûnên giran diqewimin. Ji ber telefon hatine qutkirin, ev çend saet in agahî nayê girtin. Ji navenda navçeyê dengê top, gule û şer tê. Hejmareke zêde maşînên zirxî û tîmên tevgera taybet li Farqînê bi cih bûne."

'YEKSER JI ENQEREYÊ VE TÊ MEŞANDIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji parlamenterên bi Waliyê Amedê û Qeymeqamê navçeyê re hevdîtin kirine re hatiye gotin ku ev rewş yekser ji aliyê Enqereyê ve tê meşandin, erka wan derbas dike û divê Enqere dest li rewşê werde. Hat gotin, "Komek ji parlamenteran li Enqereyê hevdîtinan dike."

Meclîsa Azadiyê ya Jinan got, "Em bang li hemû jinan dikin, ku li cihê lê ne, li dijî vê hewldana komkujiyê dengê xwe derxînin."