Li dijî faşîzma AKP'ê divê çi çawa bê kirin? -3
Nûnerên Jinên Rûyê Erdê, KJA û Malên Gel destnîşan kirin, ku bi têkoşîneke hevpar li dijî faşîzma AKP'ê bê derketin.
Nûnerên Jinên Rûyê Erdê, KJA û Malên Gel destnîşan kirin, ku bi têkoşîneke hevpar li dijî faşîzma AKP'ê bê derketin.
Nûnerên Jinên Rûyê Erdê, KJA û Malên Gel destnîşan kirin, ku bi têkoşîneke hevpar li dijî faşîzma AKP'ê bê derketin.
Beşa dawî ya dosya me ya li ser rêxistinbûyîna mûxalefeta demokratîk û nîqaşên li ser rê û rêbazên rawestandina faşîzma AKP'ê, em îro diweşînin.
Pirsa 'Divê çi bê kirin, çawa bê kirin?' me di beşa yekemîn de li siyasetmedar, di beşa duyemîn de li akademîsyenan kir. Di beşa dawî de jî em ê hewl bidin tespît û pêşniyarên rêxistinên Jinên Rûyê Erdê, KJA û Malên Gel, vebêjin.
JINÊN RÛYÊ ERDÊ: DIVÊ RÊXISTINÊN JINAN LI HEMBERÎ BLOKA SERDEST A MÊR, RÊXISTINBÛYÎNEKE HEVPAR BIAFIRÎNIN
Ji Jinên Rûyê Erdê Benazîr Coşkûn da xuyakirin, ku desthilatdariya AKP'ê ya bi gotina 'em ê hesap ji darbeyê bipirsin' ket ser rê, di 13 salên dawî de darbeya sivîl kiriye.
Coşkûn ragihand ku di vê xeta polîtîk-pratîk de wan dîtine, ku gelek hêzên desthilatdariyê yên di nava têkoşîna hegemonyayê de ne li hemberî wan bûne yek û got, "Bi taybetî di hilbijartinê de eniyeke faşîzan a cidî bû yek, xwe birêxistin kir. Li hemberî vê yekê, divê bindest û berxwedêr jî eniyên hevgirtî/hevpar ên ku xwe digihînin gel, meclîsan ava dikin û kolanê radestî tirsê nakin, bên avakirin. Weke Jinên Rûyê Erdê, em temamiya perspektîfa xwe ya rêxistinbûyînê li ser nêrîna enî/piştgiriya yekbûyî ya jinê, ava dikin. Rêxistinên jinên ên li Tirkiyeyê û hemû jin divê li hemberî bloka serdestiya mêr a bandorê li tevahiya qada jiyana me dikin, rêxistinbûyîneke hevpar ava bikin."
'PÊWÎSTÎ BI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA SERBIXWE HEYE'
Coşkûn pêşniyar kir ku di navbera hemû bindestan û jinên bindest ên ku ji aliyê serdestan ve ji hev hatin belavkirin, ketin rewşeke jinê hev û bi polîtîkayên şovenîst û zayendîparêz re yekîtiya wan hatin belavkirin, xeteke hevpar ava bikin û axaftina xwe wiha dewam kir:
"Li Rojhilata Navîn, ji Soma, ji Hopa heta Farqîn û Rojava, eger xeta berxwedanê bi awyyekî rêk û pêk li dora eniyeke hevpar bê birêxistinkirin, wê ev yek hêviyê mezin bike.
Birêxistinkirina mûxalefeta demokratîk, bi nêrîna jinê, bi meclîsên jinan û civakê re, bi têkoşîneke azadiyê ya jinan a serbixwe dibe."
KJA: DIVÊ XWESERIYA DEMOKRATÎK BÊ AVAKIRIN, BERPIRYARÎ RADESTÎ HERÊMAN BÊ KIRIN
Jinên ji Kongreya Azadiya Jinê (KJA) jî dan xuyakirin ku di asta heyî de divê bi stratejiyên demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê re xweseriya demokratîk bê înşakirin û û destnîşan kirin, ku divê berpirsyarî di çarçoveya neteweya demokratîk de radestî herêman bê kirin.
Jinên KJA'yî gotin, "Faşîzm bi van pratîkan re dikare bê astengkirin. Ne navendî bi herêmî (xweseriya demokratîk), ne netewe dewlet bi neteweya demokratîk, ne kapîtal fînans bi hilberîna kolektîf û hatineyên herêmî, ne serdestiya mêr bi rêxistinbûyîna serbixwe ya jinê û jiyaneke bi hev re ya azad, ne zanistiya îdeolojîk (dewletê) bi zanistiya civakî (û jineolojî), ne mîlîtarîzm bi xweparastin, ne dewletbûyîna mezhebî bi baweriya azad re pêkan e. Ji bo ev yek pêk were jî divê şexs xwedî vîneke xurt be ku karibe li hemberî qelsiyên ji be neteweperestî, olperestî, navendîparêzî, rantxurî, zayendîperestî, zanistiya pozîtîvîst, mîlîtarîperestî, oryantalîstî têkoşîn bê meşandin."
MALÊN GEL: ÇARESERÎ; XETEKE XWEPARASTINÊ YA ALTERNATÎF, TÊKOŞÎNA MAF Û YEKÎTÎ YE
Seroka Giştî ya Malên Gel Oya Ersoy di têkoşîna li dijî faşîzmê de işaret bi 'xeteke xweparastinê ya aktîf kir' û got, "Ya ku Cizîrê li dijî dorpêçiyê, Tûzlûçayirê li hemberî êrîşên faşîst ên sivîl kir, bi berxwedana aktîf re bersivdayîna li êrîşan e.
Pêwîstiya duyemîn jî ew e ku têkoşîna ji bo maf ji dest neyê berdan û derdorên berfireh ên gel ên di bin bandora polîtîkaya rastgiriyê de ne, di çarçoveya berjewendiyên çînî de bibin yek û li ser vê bingehê li hemberî şovenîzm û paşverûtiyê bendên rasteqîn ên civakî werin avakirin.
Pêwîstiya sêyemîn jî yekîtî ye. Girîng e ev rêxistinên civakî ne bi awayekî şeklî, bi şêweyê yekîtiya têkoşînê li hev kom bibin. Yanî ya ku pêwîstiya me pê heye, yekîtiya çalakiya şoreşger e. Di rewşeke berevajî de, hewldanên me yên bi niyeta baş, mîna Bloka Aştiyê wê bandora pêwîst nekin."