'Li dijî faşîzm û dîktatoriyê em berxwedana xwe mezin bikin'

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) bang li hemû Kurdan kir, ku li dijî polîtîkayên faşîst ên li Tirkiyeyê berxwedanê mezin bikin.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) bang li hemû Kurdan kir, ku li dijî polîtîkayên faşîst ên li Tirkiyeyê berxwedanê mezin bikin.

TJK-E daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, AKP dixwaze netewe dewleta xwe dispêre siyaseta înkar û tinekirinê ji nû ve bide jiyîn û destnîşan kir, ku di vê çarçoveyê de tifaqeke dij bi Kurda a bi tevlîbûna CHP û MHP'ê ava bûye.

TJK-E da zanîn, AKP di şexsê HDP'ê hewl dide projeya civakeke nû tesfiye bike û wiha dewam kir: "Dewleta AKP'ê ya qetlîamker, herî dawî ev vîn nas nekir, mora 'terorîst' li 51 parlamenterên bi vîna azad a gel hatine hilbijartin xist û li hemberî wan bi dehan fezleke amade kir. Rakirina destnedanê, li hemberî Kurdan, li dijî vîna azad a gelan û li dijî azadiya jinê û demokrasiyê tê wateya darbeyeke topyekûn û kûrkirina şer."

Di daxuyaniya TJK-E de bêdengiya civaka navneteweyî ya li pêşberî vê rewşê hat rexnekirin û ji Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî hat xwestin, dest ji vê helwesta xwe ya temaşeker berdin û nerazîbûnê nîşan bidin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Kurdên li Ewropayê dijîn bi taybetî bang li jinan hat kirin ku, li cem berxwedana azadiyê cih bigirin.