Li dijî dijminatiya li jinan a dewleta Tirk semîner

Li Gelsenkirchenê êrîşên dewleta Tirk ên bi ser jina, bi semînerekê hate nîqaşkirin.

 Li Gelsenkichen a Elmanya têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser jinên Kurd û HDP’ê, semînerek hate dayin.

Çîçek Qamişlo beşdarî  sermînerê ku ji hêla Komeleya Alternatîf ve hatibû organîzekirin bû. Qamişlo diyar kir êrîş ali ser jinê bermajiya hişmendiya zilamsalariyê ya 5 hezar salî ye û got: ‘’Li Tirkiyê û Kurdistanê êrîşên bi ser jinan, bi taybetî jî li ser jinên Kurd didomin. Hişmendiya zilamsalariyê ya 5 hezar salî dom dike.’’

Qamişlo xwest ku hemû jin hev bigirin û wiha anî ziman: ‘’Serketin tenê ku bi hev re tevbigerin pêkan e’’