'Li dijî desthilatdariyê pêwîstî bi rêxistinbûna jinê heye'

Endama Komîsyona Dîwanê ya KCD'ê Dîlek Adsan nerazîbûn nîşanî rejîma zordar a desthilatdarî dixwaze li dijî jinan bimeşîne da û diyar kir, jin dikarin bi rêya rêxistinbûnê van desthilatdariyên yekparêz hilweşînin.

AKP/Qesr di hemû polîtîkayên xwe yên qirêj de ewilî jinan, bi taybetî jî jinên Kurd hedef digire. AKP/Qers ku sekna mûxalîf a xurt a jinên Kurd weke gefekê li dijî xwe dibîne, hewl dide li her qadê têkoşîna jinan têk bibe. Endama Komîsyona Dîwanê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Dîlek Adsan têkoşîna azadiya jinê ya li dijî van polîtîkayan ji ajansa me re nirxand.

'POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ ÊN DESTHILATDARIYÊ HERÎ ZÊDE BANDORÊ LI JINAN DIKIN'

Adsan da xuyakirin, kesên dixwazin di nava civakê d rê li ber guherînekê vekin, ewilî berê xwe didin jinan û destnîşan kir, hem hêzên pêşverû hem jî hêzên paşverû vê dikin. Adsan got, "Di nava rejîmên mûxafazakar û zordar de rolek ji jinê re tê dayîn û jê tê xwestin, di nava wê rolê de bijî. Lê belê hêzên demokratîk dizanin, mîsyona jinê ya di guhertina civakê û demokratîkbûnê de xurt e. Û hemû sîstem, xwe li gorî rastiya jinê bi rêxistin dikin. Li erdnîgariya em lê dijîn, li gelemperiya Tirkiyeyê, desthilatdariyên heyî bi giranî xwe dispêrin feraseta mûxafazakar, lîberal, yek tîp, yek ol, yek milet. Ev polîtîka herî zêde bandorê li jinan dikin. Herî zêde jî bandorê li jinên Kurd dikin, ku hêzeke mûxalîf e."

'SEKNEKE MÛXALÎF A JINÊN KURD HEYE'

Adsan diyar kir, li her devera cîhanê keda jinê tê talankirin û da zanîn, jinên têkoşîna azadiyê nas kirine û li kolanan bi rengekî rewa li ber xwe didin, timî dibin hedefa desthilatdaran. Adsan got, "Di şexsê jinê de malbat pîrozmend tê nirxandin. Bi vê yekê ve desthilatdarî hebûna xwe didomîne. Jinên Kurd xwedî sekneke mûxalîf in. Rewşeke ronîbûn û zanebûnê heye. Xwedî li nasname û ola xwe derdikevin û li ber sîstemê radibin. Jİ ber ku li dij derdikevin, dibin hedefa sereke. Ev 14 sal in desthilatdariya AKP'ê heye. Bi pratîkên ji mûxafazakarî û feraseta yek tîpî, rêveberiya xwe dimeşîne. Bi şîdet, zext û bi rêya dadgerî û çapemeniyê hewl dide şensê jiyanê nede mirovên mîna xwe nafikirin. Û herî zêde ev yek bandorê li jinan dike."

Adsan destnîşa kir, ku li hemberî wan feraseteke welê heye; bi xwe re dibîne ku biryarê bide bê jin wê çawa bijî, çend zarokan bîne dinyayê, bizewice yan nezewice, paşnavê kê li xwe bike..

'SEKNA JINAN A LI DIJÎ SÎSTEMÊ, DESTHILATDARIYÊ ACIZ DIKE'

Dîlek Adsan ragihand, di mijara perwerdeyê de jî jin û mêr weke hev nayê dîtin û got, "Eger sîstem dixwaze li gorî xwe nifşekî mezin bike, hingî baş dizane hêza diyarker a vê yekê jin e." Adsan destnîşan kir, ku sîstem dixwaze jinan di nava rola bi xwe daye wê de heps bike û got, "Em dibînin, ferasetek ku jinê weke şexs nabîne, nasnameya jinê qebûl nake bi lez û bez di nava saziyên perwedeyê de tê bicihkirin û bi vî rengî hewl tê dayîn tevahiya civakê bê dîzaynkirin. Hêzên mûxalîf bi giranî ji jinan pêk tê. Mînak; Esra xoce, her wiha ya destpêkê mora xwe danî binê belavoka aştiyê û xwedî li rojnameyê derket Şebnem xoce. Sekna jinên rewşenbîr a ji bo zanekirina civakê, vê desthilatdariyê aciz dike."

'DIVÊ JIN XWE BI RÊXISTIN BIKIN'

Adsan da xuyakirin, ku divê jin vê sîstemê qebûl nekin, ji bo guhertina civakê heta dawiyê li ber xwe bidin. Adsan bibîr xist, ku di her mijarê de ya ewilî berdêlê dide jin e û destnîşan kir, divê jin li hemberî vê sîstemê xwe birêxistin bikin. Adsan anî ziman, girîng e jin her tim lêpirsîna her tiştî bikin û got, "Hewce ye jin sekneke polîtîk û însanî nîşan bidin. Ji ber ku hemû biryarên li dijî jinê tên girtin, polîtîk in." Adsan herî dawî diyar kir, divê jin li dijî neheqiyê li her qadê li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin.

...