'Li dijî çanda destavêtinê berxwedana li Kurdistanê dewam dike!'
Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê-Endama KJA'yê Xecê Şen li ser mijara çanda destavêtinê ya li Tirkiyeyê veguheriye sîstema dewletê axivî û destnîşan kir, bi têkoşîna civaka exlaqî ya li Kurdistanê re wê çanda civakî bê parastin.
FERHAT ARSLAN
ÊLIH
pêncşem, 26 gulanê 2016, 07:02
Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê-Endama KJA'yê Xecê Şen li ser mijara çanda destavêtinê ya li Tirkiyeyê veguheriye sîstema dewletê axivî û destnîşan kir, bi têkoşîna civaka exlaqî ya li Kurdistanê re wê çanda civakî bê parastin.
Şen da xuyakirin, ku îro li her qada jiyanê çanda destavêtinê heye û got, "Li hemberî mêran jî çanda destavêtinê tê meşandin. Divê ev yek were destnîşankirin. Ji saziyên fermî yên dewletê heta saziyên ne fermî yên dewletê, çanda destavêtinê dewam dike. Destavêtina li saziyên fermî yên dewletê, ji Sêrt, Mêrdîn, Mereş û heta metropolên Tirkiyeyê tê kirin. Li Kurdistanê, li dijî çanda destavêtinê têkoşîn tê meşandin. Lê belê li metropolên Tirkiyeyê, berxwedanek li dijî destavêtin û destdirêjiyê nîne. Ji bilî komeke biçûk a femînîst, mixabin têkoşînek li pêş çavan nîne. Ji sektora tûrîzmê heta saziyên perwerdeyê, çanda destavêtinê dewam dike."
Şen bal kişand ser rastiya gelê li Kurdistanê ku ev saleke modela xwe ya 'xwerêveberiyê' dixe meriyetê û got, "Li hemberî vê yekê, dewlet bi israra bedena jinên Kurd teşhîr dike. Çanda destavêtinê ya serdestan di vir de derdikeve holê. Yek ji cihekî ku ev feraset li ê der bûye, Cizîr e. Jinên Cizîrî, ji ber mirina Zînê ya beriya sedan salan, sîstema serdest protesto kirine û reş girê dane. Di roja îro de jinên Cizîrî hînê şîna Zînê digirin. Jinên Cizîrî wê îro jî li hemberî sîstema êrîşî bedena wê dike, bisekinin."
Şen ragihand, sîstema heyî, tevî komkujiyan bi çandeke kirêt a destavêtinê hewl dide nirxên civakê ji holê rabike û destnîşan kir, ku hilweşandina Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Farqîn û Kerboranê, çandeke destavêtinê ye.
Şen da xuyakirin, ku bi çanda destavêtine ve hewl tê dayîn jiyana 10 hezar salî ya li Heskîfê were tinekirin.