Li dibistana destavêtin tê nixûmandin!

Serokê Şaxa Egtîm Senê Bedrî Yamaç, destnîşan kir ku zêdebûna destavêtina zarokan a li dibistanan, çavkaniya xwe ji nixûmandina van bûyeran digire.

Li Erdîşê 17’ê Gulanê piştî ku hat diyarkirin destavêtine zarokekê û şûnde, mêrê bi navê Mesûd D. ê ku ji aliyê mamostayên jin ve li ser sûç hate dîtin, derket holê ku destdirêjî 10 zarokên din jî kirine. Mesûd D. ê li gundekî navçeya Erdîş a Wanê dema mamostayî dikir, dema ku destdirêjî zaroka keç a 12 salî dikir hate dîtin, ji aliyê Semra Sargût a li heman dibistanê erkdar bû ve li ser sûç hate dîtin. Sûcdar Mesût D. beriya wê jî li dibistanê ketibû nava hewldanên destdirêjiya li hember xwendekaran û hate îdîakirin ku ji aliyê rêveberiya dibistanê ve her carê dihate nixûmandin.

Serokê Şaxa Egtîm Senê ya Wanê Bedrî Yamaç, destnîşan kir ku zêdebûna destavêtin û destdirêjiya li hember zaroakan li dibistanê, çavakaniya xwe ji nixûmandina bûyeran û li pey bûyerê neçûyîne. Yamaç diyar kir ku heta roja îro ti sûçên pêwîst ji bo van kiryaran nehatine diyarkirin û ev kes her demê alîgirên desthilatê ne û tên parastin. Yamaç wiha got: “Li herêma ku em lê dijî di demê dawî de ev bûyer her ku diçin belav dibe. Em wisa dibînin ku dixwazin bi belavbûna van kiryaran re bikevin di nava hewldanên meşrûkirinê de. Ev bermayekî yê polîtîkaya bi zanabûn e. Bi van kiryaran dixwazin çanda destdirêjiyê li herêmên me zêde bike, taqeta têkoşîna gelê me bide şikandin.”

 “BI ZANABÛN FUHÛŞ Û MADEYÊN HIŞBER TÊN BELAVKIRIN”

Yamaç destnîşan kir ku bi taybet li herêmên me ji aliyên hêzên kûr ve belavkirina fûhûş û madeyên hişmber bi zanîstî tên kirin û got: “Bi taybet ev hêzê van kiryaran li ser herêmên ku welatparêz lê dijîn van kiryaran dide meşandin. Dixwazin zarok û ciwanên em bixin nava xefikên mirinê. Armac ew e ku gelê me yê welatparêz ji nirxên wan ên pîroz bide dûrxistin. Divê her demê gelê me li hemberî van lîstikên qirêj bi zanîstî tev bigerin û nekevin xefika van lîstikan.”

WEZARETA PERWERDEHIYA MÎLÎ TIM BÊDENG E!

Yamaç bûyera qirêj a li Erdîşê rûdayî şermezar kir û wiha anî ziman: “Weke Egtîm Sen em ê bibin şopdarê wê. Divê rêveber têkildarî mijarê bikevin tevgerê. Bi taybet ev kes di cemiyeta perwerdehiyê de ye, şermekî hê mezintire. Em vê bûyerê bi tundî şermezar dikin. Wezareta Perwerdehiya Milî, li hember bûyerên destavêtin û destdirêjiya li dibistanan tim bêdeng e. Divê di vê mijarê de wezaret bikeve tevgerê û tişta pêwîst jî bike. Eger gavên pêwîst neavêje, ev bûyer wê hê belavtir bibin.”