Li Dêrsimê çalakiya Ferînaz

Hewldana tecawizê ya li hember Ferînaz Xosrawanî ya ji Rojhilatê Kurdistanê li Dêrsimê hat şermezarkirin.

Hewldana tecawizê ya li hember Ferînaz Xosrawanî ya ji Rojhilatê Kurdistanê li Dêrsimê hat şermezarkirin. Di daxuyaniya çapemeniyê de Hevşaredarên Dêrsimê Nurhayat Altûn, Mehmet Alî Bûl, Serokatiya Konseya Xwendekaran a Dêrsim, Rêxistinên Civaka Sîvîl û girse amade bûn.

Di daxuyaniya li Qada Azadiye, dirûşmên, “Mêr lê dide dewlet diparêze”, “Jin jiyan azadî” hatin gotin. Girseya ber bi peykerê Azadiyê ve meşiya paşê daxuyaniya çapemeniyê da. Leyla Akarsu ya daxuyanî xwend got:

"Îsyana Ferînaz berxwedaneke azadiyê ye. Ne destjêberdaneke. Tevayî qîrînên jinan wê têkoşîna me ya azadiyê ya jinan hê mezintir bike û ji azadiya civakê re bibe ronî.”

Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşm û tilîliyan belav bû. 

...