Li Dêrsimê 8'ê Adarê: Sakîne, Fîdan û Leyla di nav me de ne
Li Dêrsimê 8'ê Adarê: Sakîne, Fîdan û Leyla di nav me de ne
Li Dêrsimê 8'ê Adarê: Sakîne, Fîdan û Leyla di nav me de ne
Di mitînga 8’ê Adarê ya Dêrsimê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin. Gotinên Ocalan yên “Tekoşîna Sakîneyê azadbûna jinê ye. Sakîne mînake.”
Ji 11 bajaran jin duh serê sibê li Dêrsimê gihiştin hev û li ber avahiya Nexweşaneya Dewletê heta qada Seyîd Riza bi dirûşmên “Ji Rosayan heta Sankîneyan riya we riya me soza we soza me ye" û "Em dê bi rêxistinbûnê berxwe bidin û bi berxwedanê qezenc bikin" meşiyan.
Jin bi cilên kurdewarî tevli mîtîngê bûn. Di meşê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û pankartên "Guleyê hatin lêdan li aştiyê hatin xistin", "Destên dirêjî aştiyê dibin bişkên bila kiryar bên dîtin" û "Em dê bi rêxistinbûnê berxwe bidin bi berxwedanê em dê têkoşîna jinê bilind bikin soza we soza me riya we riya me ye." hatin vekirin, dowîzên "Dest nede bedenê min", "Sakîne, Leyla, Fîdan dinava me dene”, "Em aştiyê dixwazin", "Ji operasyonên leşkerî re na", "Ji qirkirina jinê re na" û "Dest nede vîna min" hatin hilgirtin û sloganên "Rêheval Sakîne nemir e", "Şehîd namirin" û "Dêrsim ranekve xwedî li şehîdê xwe derbikev" berzkirin. Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, Hevseroka EMEP'ê Selma Gurkan û 15 dayikên Roboskê tevli meşê bûn.
EM ÎRO DAKETIN QADAN
Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn bi kurdî dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku hûn bi xêr hatin Amed, Mêrdîn, Sêrt, Dêrsim, Êlih. Edîbe, da zanîn ku em li ber Sakîne, Fîdan û Leylayê bejna xwe ditevînin û silavên xwe girtiyên azadiyê re dişinin. Edîbe, destnîşan kir ku îro 8’ê Adarê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro 8’ê Adarê ye û em li qadanin. Em ji ber têkoşîna nasnameya xwe em tên girtin, dema em bi zimanê xwe diaxifin rastî zordariyan tên. Em jin dê bi rêxistinbûna xurt dê azadiyê bi dest bixin. Jiyan azadiye, azadî aştiye.”
PEYAMA OCALAN BI TÎLÎLÎ Û SLOGANA HATE PÊŞWAZÎ KIRIN
Piştî axaftina Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di derbarê 8’e Adarê de ji jinan re şandî bi Kurdî hate xwendin. Di peyama ku jinan bi tîlîlî û slogana bersiv da, Ocalan bang kir ku pêwîste jin koletiyê red bike û şoreşekî ji kok ve pêkbîne.
Di peyama ku bi sernivîsa “Ji lêgerînvanên rastî, edalet û heskirinê re” Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biboneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê di peyamê de dibêje “Gelekî ku jina wê azad nebe, ew gel jî ne azade” û bang li jinan kir ku koletiyê red bikin. Peyama Ocalan ya gotinên “Em Tevgera azadiya jinê jiyan dikin. Sakîne mînakeke. Hûn mînakin. Jiyana Sakîneyê mînake. Tekoşîna Sakîneyê azadiya jinê ye. Ezê hesaba Sakîneyê bipirsim, ezê derxînim holê. Jinên Qehreman yên mezin hene. Pîroziya jiyanê girînge. Pêwîste dest ji koletiyê berdin. Peyama min ya 8’ê adarê bi vî awayî ye. Gelekî ku jina wê azad nebe ew gel azad nîne. Jina ku azadbûyî xwedawendiye. Ez jinên qehreman yên şehîdbûne bibîrtînim.” bi çepik û slogana hatin pêşwazî kirin.
SERÎ NETEWAND
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak di axaftina xwe de bal kişand ser her 3 siyasetmedarên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez. Gultan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em îro mêvanê heval Sakîne yê ne. Hevala Sakîne, binere, li vir berxwadanek heye. Em carek din soz didin heya civakeke azad, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Sakîne, berxwedêr bû, azad bû û li hemberî tu kesî serî netewand.”
AŞTÎ Û AZADÎ
Gultan, diyar kir ku divê kurd li hemberî lîstîkan hişyar bin û wiha got: “Ji ber ku em hinek safin ev lîstîk tên serê me. Lê carek din heval Sakîne lîstîka van derxist holê. Di dilê gelê me de her tim aştî û azadî heye. Jin wekî her car dê dîsa bibin pêşeng. Dayikên Roboskê di nava qetliamê de derket û hêza xwe nîşan da.” Gultan, di axaftina xwe de bal kişand ser pakêta 4’emîn a darazê û da zanîn ku ev pakêt jî pirsgirêkên heyî çareser nake.
LI HEMBER DESTHILATIYÊ BERXWEDAN
Piştî Kişanak Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk, di mîtînga Dêrsimê de Nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend. Aysel, diyar kir ku pîrozbahiyên îsal ên 8’ê Adarê diyarî Sakîne, Leyla û Fîdanê hate kirin. Aysel, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heval Sakîne nefereke azadiyê bû û li hemberî zîhniyeta serdest a mêr berxwedêrek bû. Bila bê zanîn ku em ê têkoşîna van bidomînin. Jin dê bi têkoşîna xwe bersivê bide kujerên Sakîne, Leyla û Fîdanê.”