Li Danîmarkayê Meclîsa Jinê ya Sêvê hat ragihandin
Jinên Kurdistanî yên li Danîmarkayê ku ev demeke bi rengê komîsyonê xwe bi rêxistin kiribûn, Meclîsa Jinê ya Sêvê ragihandin û dest bi pêvajoyeke nû kirin.

Kongreya damezrandinê, di şexsê Pakîze Nayir û Mehmet Tûnç ên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan, ji bo bîranîna hemû cangoriyên têkoşîna azadiYê destpê kir. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, beşdarên kongreyê rewşa dawî ya siyasî nirxandin.
Di kongreyê de bi taybetî îlana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê û şoreşa Rojava hatin nirxandin. Berxwedana li Bakurê Kurdistanê ya bi pêşengiya YPS Jin tê meşandin hat silavkirin.
Dûre rapora xebatên salekê hat nirxandin û Meclîsa Jinê ya Sêvê hat ragihandin. Meclîs ji 27 jinan pêk tê. Meclîs xwe bi komîsyonên rêxistinî, têkiliyên bi gel re, têkiliyên derve, perwerde, civakî, îdarî, bawerî û jinên ciwan bi rêxistin kir.
Ji bo berdevkiya Meclîsê jî Zelîha Tîtrek, Elmas Koç û Emîne Fener hatin hilbijartin. Kongre bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.