BI DÎMEN

Li çiyayên Kurdistanê coşa 8'ê Adarê

Li çiyayên Kurdistanê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi çalakiyên cuda hat pîrozkirin. Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Arjîn Dersîm got, "Em ê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" şoreşa jinê pêk bînin.”

8'Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ

Li çiyayên Kurdistanê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Arjîn Dersîm axaftinek kir.

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Arjîn Dersim got, "Ew 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li mîmarê mirovahiyê, rêberê azadiyê; Rêber Apo, li dayikên ku di şexsê Dayikên Aştiyê de di nobeda azadiyê de ne, li hemû jinan, li hevrêyên li girtîgehan û li hemû hevrêyên li çeperan li ber xwe didin pîroz be."

Arjîn Dersim, anî ziman ku 8’ê Adarê; roja berxwedana jinê ye, roja têkoşînê ye, roja xwe naskirin û avakirina hebûna xwe ye û got, "Rêbertî; sedsala 21'an mîna sedsala azadiya jinê binav kir. Ev sedsal wê bi pêşengiya jinê bibe sedsala azadiya mirovahiyê. Rêbertî; PKK'ê weke partiya jinê, tevgereke jinê pênase kir. Di serdemeke ku zîhniyeta bi serdestiya mêr di şexsê jinê de mirovahî gihand qirika tinebûnê de, bi saya derketina Rêbertî û şehîdên me yên destpêkê, jinan xwe ji nû ve nas kirin, xwe bi rêxistin kirin û ketin nava têkoşîneke mezin. Îro di encama ked û hewldanên Rêber Apo yên 50 salan de hevrêyên weke Sara, Azîme, Gulçiya, Peyman, Delal, Hêjar, Axîn, Azê û Leyla derketin holê. Ev hevrêyên me yên jin ku pêşengiya têkoşîna van jinên pêşeng dewr girtine û bûne şopdarên wan, ji bo hemû jinên cîhanê îro li Zap, Avaşîn, Gundê Fille û Bakur di nav berxwedan û têkoşîneke mezin de ne. Ji ber ku: Rêber Apo bi jinê re hevrêtiya herî rast pêk anî. Jinê ji tarîtiyê derxist ronahiyê. Bi zanistiya jinê re civakê ji nû ve ronî kir û ji ber vê yekê hêzên desthilatdar komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo bi rêxistin kirin. Eger îro Rêber Apo di çarmixa Îmraliyê de di nava têkoşîneke mezin de ye, ev yek tê wateya berdêla azadiya jinê û berdêla azadiya mirovahiyê dide. Ji bo vê jî ya ku herî zêde wate dide vê rojê û watedar dike Rêber Apo û tevgera jina azad e. Tevgera azadiya jinê tevgereke ku di pêşengtiya Sara'yan de pêşketiye ye. Di dîrokê de jî tê dîtin ku serdestan xwestine bi her cure rêbazan êrîşê jin û çanda wê bikin. Lê desthilatdarî li pêşberî wan jinên têkoşer têk çûn û bi ser neketin. Îro jî di encama têkoşîna Rêber Apo û hevrêyên wî yên jin de vala derketin. Ji bo xwedîderketina li mîrateya dîrokî ya jinan li du xwe hiştine, pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê Sara, Leyla, Delal û Hêjar li pey xwe hiştin."

'EM Ê ŞOREŞÊ BI JIN JIYAN AZADÎ TACÎDAR BIKIN’

Fermandara YJA Starê Arjîn Dersim bang li hemû jinan kir ku cihên xwe di nava refên têkoşînê de bigirin û wiha dom kir, "Îro gerîlayên YJA Starê, li dijî modernîteya kapîtalîst û zîhniyetên dewletparêz ên bi serdestiya mêr li eniyên pêş şer dikin û têkoşîneke mezin dimeşînin. Îro Rêber Apo û hevrêyên me yên li zindanê li dijî vê zîhniyetê îrade û têkoşîneke mezin dimeşînin. Jinên ku bi îdeolojiya Rêber Apo re xwe nas kirine, îro li hemû cîhanê xwedî mîrateyeke mezin in. Bi pêşengiya YJA Starê li çeperan li ber xwe didin, li dijî êrîşên ser jinê di nava têkoşîn û rêxistinbûyîneke mezin de ne. Em ji vir bang dikin; Bila hemû jinên ciwan berê xwe bidin têkoşînê, bidin refên azadiyê. Em bang li jinan dikin ku li dijî her cure êrîşên li ser beden û ruhê jinê tevlî vê têkoşînê bibin û tevlî nav têkoşîna bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê bibin. Ev dîlan dîlana hemû jinan e. Ev stran strana hemû jinan e. Ji bo vê jî divê hemû jin xwedî li vê têkoşînê derkevin. Em ê şoreşa jinê bi dirûşemeya "Jin jiyan azadî" tacîdar bikin. Em ê tecrîda Îmralî bişkînin. Em ê jiyaneke azad, welatê azad û jina azad ava bikin."

EM Ê MEŞA XWE YA AZADIYÊ ROJ BI ROJ MEZIN BIKIN

Gerîlayên YJA Starê jî ev tişt gotin;

Loran Serhed: "Em 8'ê Adarê Roja Jinan li hemû jinên cîhanê, dayikên me yên aştiyê yên ji bo edaletê di nobetê de ne, Rêbertiya xwe û hevrêyên ku di çeperên şer de cih digirin pîroz dikin. Em ê ne tenê 8'ê Adarê, hemû rojan bikin roja jinan û em ê têkoşîna xwe bi vî rengî bidomînin."

Bêrîtan Çiya: "Em li çiyayên azad, li qadên azad agirê azadiyê, meşaleya azadiyê geş dikin. Û em ê vê meşaleyê her tim bilind bikin. Ji bo vê divê hemû jinên cîhanê refên azadiyê, qadên azadiyê dagirin. Em dibêjin , "Jin jiyan azadî." Bi vê dirûşmê em ê îsal azadiya fizîkî ya Rêber Apo teqez pêk bînin. Û em ê meşa xwe ya Azadiyê roj bi roj mezin bikin."

Zekiye Roza: "Ez dixwazim ji vir xîtabî jinan bikim. Têkoşînek takekesî ya ji bo azadiyê bi serê xwe têr nake. Ji ber ku: azadiya civakê jî me azad dike. Ji ber vê yekê, divê şoreşa jinê weke berpirsyariyekê bê dîtin, ya ango teqez weke wezîfeyeke ku dikeve ser milê me bê dîtin. Pêşxistina şoreşa jinê û pêşî girtina li kuştina jinan, erka me ye."

Dîdar Amed: "Bi saya Rêber Apo hayê me ji me çêbû. Piştî ku em tevlî nava rêxistinê bûn, em ketin ferqa nasnameya xwe ya jinê. Di nava hêza YJA Star û HPG'ê de em ketin ferqa azadiya xwe. Armanca me azadkirina hemû jinan e. Ev têkoşîna em dimeşînin ne tenê ji bo parçeyekî yan jî şexsekî ye, ji bo tevahiya mirovahiyê ye."

Pîrozbahî bi gerandina govend, stran, tilîlî û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.