BI DÎMEN

Li Bûenos Aîresê bi hezaran kes li dijî kuştina jinan meşiyan

Li paytexta Arjantîn Bûenos Aîresê bi hezaran kes li dijî kuştina jinan meşiyan. Li Arjantînê serê her 30 saetan jinek tê qetilkirin.

Meşa ji ber avahiya Kongreya Neteweyî destpê kir, heta Meydana Gulanê ku Casa Rosada jî lê ye, dewam kir. Xwepêşandêran di meşê de dirûşme qîriyan, pankartên têkildarî dijberiya li kuştina jinan vekirin û wêneyên jinên jiyana xwe ji dest dane, hilgirtin.

Saziyên civakî yên sivîl di çalakiyê de daxuyanî dan û diyar kirin, li vî welatê serê her 30 saetan jinek tê qetilkirin, par 275 jin hatine kuştin, 317 kes bê dê man e, 35 mêr jî dema hewl dan jinan rizgar bikin jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyên ji Ofîsa Şîdeta Nava Malbatê ya Dadgeha Bilind hat wergirtin, ji sedî 49 ê van êrîşan ji aliyê hevserên berê ve tên kirin.

Par jî bi heman armancê xwepêşandaneke mezin hatibû organîzekirin.