BI DÎMEN

Li Bruksel û Grazê meşên şeva 8'ê Adarê

Bi wesîleyê 8’ê Adarê bi hezaran jin li kolanên Brukselê meşiyan, bi deng, muzîk û reqsên xwe mohra xwe li kolanên bajêr dan. Li Grazê jî jinan bal kişand ser tundî, îstîsmar û faşîzmê.

8'Ê ADARÊ

Di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li paytexta Belçîka Brukselê û li bajarê Graz ê Awûstûryayê bi hezaran kes daketin qadan.

BRUKSEL

Ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi hezaran kes danê nîvro li navenda bajêr li hev kom bûn. Di dawiya meşê de hejmar 10 hezar derbas kir. Jinan pankartên ku êş, reng û çandên cuda vedibêjin hilgirtin û bi dirûşmeyan hêrsa xwe ya li dijî sîstema bi serdestiya mêr qîriyan. Li aliyê din TJK-E bi alên xwe, wêneyên şehîdên Parîsê û her wiha wêneyên Werîşe Muradî, Jîna Emînî û Zeyneb Celaliyan beşdarî meşê bûn.

Jinan di meşê de bênavber dirûşma "Jin jiyan azadî" berzkirin, dengê xwe kirin yek bi reqs û stranên xwe mohra xwe li kolanên bajêr dan û heta qada mitîngê bi coş meşiyan. Li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa TJK-E axaftin hate kirin û ev tişt hatin gotin, “Em weke jinên Kurd bi dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' ber bi azadiya jinê ve bi hev re dimeşin û em ê vê meşa xwe bidomînin. Ji ber ku em deng, reng û şopdarên Roza, Sara, Hevrîn Xelef û bi hezaran jinên ku îro di hemû qadên jiyanê de ji bo bîr û baweriya xwe têdikoşin in. Em ê ti carî serî li ber sîstema kapîtalîst û sîstema dewleta mêr netewînin. Em bi hev re bi hêz in û bi hev re em xweşik in.”

Di çalakiya ku danê êvarî saet 17.00'an destpê kir û nêzî 2 saetan dewam kir de, li ser navê saziyan axaftin hatin kirin, performansên hunermendên cuda heta derengiya şevê hatin pêşandan û girseya derdor temaşe kir.

GRAZ

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, jin ji Karmelîterplatzê heta Haûptplatzê meşiyan. Jinên Kurd jî bi pankartên ku hilgirtin û dirûşma "Jin Jiyan Azadî" bal kişandin ser şidet, îstîsmarî û faşîzma li dijî jinê. Di çalakiyan de ku nûnerên gelek partiyên siyasî û saziyan jî amade bûn, jinan govend gerandin û li ber muzîkê meşa xwe berdewam kirin.

Çalakî piştî daxuyaniyên li Hauptplatzê hatin dayin bi dawî bû.