Li Bochûmê bi sedan îmze ji Eutelsatê re hatin şandin

Kampanya îmzeyan a Meclîsa Jinên Êzidî ya Bêrîvan, li bajarê Bochûm ê Elmanyayê dewam kir.

Jinên Kurd, beriya îmzeyên dane hev bişînin, daxuyaniyek dan çapemeniyê û biryara şîrketa Eutelsatê şermezar kirin ku weşanên Med Nûçe û Newroz TV sekinandiye.

Jinan gotin, "Şaş e ku li cem dîktatorekî zilmê li gel dike, bisekinin" û destnîşankirin, ku cihgirtina li cem dîktator Erdogan tê wateya parastina zilma li gelê Kurd tê kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Em weke jinên Kurdistanî vê şermezar dikin û em ê vê bûyerê bişopînin."

Piştî daxuyaniyê, zêdeyî 300 îmzeyên bi pêşengiya Meclîsa Jinên Êzidî ya Bêrîvan li bajarê Bochûmê hatin hevdan, bi rêya postayê ji şîrketa Eutelsatê ya Fransayê re hatin şandin.