Li binarê Qendîl semînerên li ser tundiya dijî jinê didomin

Li binarê Qendîl semînerên li ser tundiya dijî jinê didomin

Semînerên binarê Qendîl bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya Jinê berdewam dikin. Li Gundê Wesanê yê girêdayî Dola Balayan semînerek hate dayîn û jinên li herêmê eleqeyek mezin nîşanî semînerê dan.

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ya Navnetewî semînerê ku li gundên Qendîl tê dayîn berdewam dikin. Li gundê Wesanê ya girêdayî Dola Balayan semînerek hate dayîn û di semînerê de jinên gundê Wesanê amede bûn û eleqeyeke mezin nîşanî semînerê dan.

Semîner ji aliyê endama Navenda Rêxistina Jinên Azadîxwaz Bano Hesen Hemîd ve bi rêve çû û wiha got; “ pêwîste hemû jin xwedî li vê rojê derkevin, ji ber heyanî roja îro jî şehîdên riya azadiya jin tên dayîn.”

‘HER ROJA KU DIÇE KUŞTINÊN JINAN ZÊDE DIBIN’

Bano di dirêjiya axaftinên xwe de wiha gotinên xwe berdewam kir; “ Ji destpêka dîrokê ve û heyanî roja îro yanî bi qasî 5 hezar sale, mêr bi hişmendiya xwe serkêşiya vê pergala heyî dike. Ji ber vê em dibînin ku her diçe rewşa jinê xirabtir dibe. Her roj di cîhan û Kurdistanê de jin dibin mexdûrê vê hişmendiyê. Di her rojê de jin bi hemû şêweyên tundiyê re rû bi rû dimînin, ji ber vê her diçe kuştin û xwe kuştinên jinan zêde dibin û gelek kes jî li hember vê rewşê bê deng dimînin. Ji lewra jî divê her roj bibin rojên têkoşînê li hember tund û tujiyê.”

Bano her wiha di axaftinên xwe de bal kişand ser berxwedaniya ku îro jinên Kurd nîşandidin û wiha rave kir; “Dema ku Rêberê Gelê Kurd dest bi vê têkoşînê kir ji destpêkê de û heyanî roja îro jin kir navenda hemû kar û xebatan. Jina Kurd jî bêyî ku ji rastiya dîrokê qut be, lê berovajî vê jina Kurd îro bi zanebûneke dîrokê têkoşîna azadiyê dimeşîne. Û di her kêliyê de xwedî li berxwedana şehînên jin yên ku canê xwe kirine xelateke mezin ji bo azadiyê derdikeve û vê têkoşînê berdewam dike.

Her wiha Semîner bi temaşekirina sînevîzyona ku ji kurte dîroka destpêkirina têkoşîn û girîngî dayîna Rêberê Gelê Kurd ji jin re û asta tundiya ku li ser jinê heye a ku ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd hatiye berhevkirin hate temaşekirin. Û semîner bi duruşmeyên “Jin Jiyan Azadî, “Bijî Serok APO” bi dawî bû.