Li Berlînê ji jinên Kurdan çalakiya ‘Em edaletê dixwazin’
Li Berlînê ji jinên Kurdan çalakiya ‘Em edaletê dixwazin’
Li Berlînê ji jinên Kurdan çalakiya ‘Em edaletê dixwazin’
Bi daxwaza ronîkirina qetilkirina siyasetmedarên jin yê Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin, dê sibe li gelek navendên Ewropayê çalakiya ‘Em edaletê dixwazin’ were pêkanîn, dê li Berlîna Almanyayê jî were lidarxistin.
Roja Çarşemê di demjimêr 15.00’an de dê li ber avahiya Sefaretxaneya Fransayê ya li qada Brandenburg Tor çalakiya nobetê bê li darxistin. Çalakî ji aliyê Komîsyona Jinan ya Meclisa Gelê Kurd ve were organîze kirin. Beriya çalakiya komîsyonê da diyarkirin ku, “Heta hemû berfirehiyên qetilkirina hovane ya hevalên me Sakîne, Fîdan û Leyla bên zelalkirin ew dê li ber sefaretxaneya Fransayê nobetê bigirin. Em bang li kesên alîgirê edaletê û dostan dikin ku tevlî çalakiyê bibin.”
Di hefteya borî ya çalakiya nobetê de jinan cilên wêneyên 3 jinên Kurd yên şoreşger li ser heyî li xwe kiribûn û gelek belavok belavkiribûn. Di danezan û axaftinên hatîn kirin de ji Fransayê xwestibûn komkujiyê ronî bikn û dawî li pêkûtiyên li ser Kurdan bînin.