Li Bêrecûkê 2 jin hatin binçavkirin
Li navçeya Riha Bêrecûkê 2 jinên ji Stenbolê hatibûn, hatin binçavkirin.
Li navçeya Riha Bêrecûkê 2 jinên ji Stenbolê hatibûn, hatin binçavkirin.
Aynûr Doganay û Şîndar Kaplan ên ji Stenbolê hatin Rihayê, li otogara navçeya Bêrecûkê hatin binçavkirin.
Doganay û Kaplan bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" hatin binçavkirin. Her du jin niha li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê tên ragirtin.