Li Bedlîs, Erzirom, Agirî û Erxeniyê starta 8’ê Adarê hat dayîn
Li Serhedê starta aktvîteyên 8’ê Adarê hat dayîn. Jinên ku li Bedlîs, Erzirom û Agiriyê kom bûn 8’ê Adarê silav kirin, diyar kirin ku jin wê bi hemû rengên têkoşîna xwe dakevin qadan.
Li Serhedê starta aktvîteyên 8’ê Adarê hat dayîn. Jinên ku li Bedlîs, Erzirom û Agiriyê kom bûn 8’ê Adarê silav kirin, diyar kirin ku jin wê bi hemû rengên têkoşîna xwe dakevin qadan.
Li Serhedê starta aktvîteyên 8’ê Adarê hat dayîn. Jinên ku li Bedlîs, Erzirom û Agiriyê kom bûn 8’ê Adarê silav kirin, diyar kirin ku jin wê bi hemû rengên têkoşîna xwe dakevin qadan. Li navçeya Erxaniyê jî civînên taxan pêk hatin.
LI AGIRIYÊ MEŞ
Li Agirêyê di pêşengtiya KJA’ê de jin kom bûn, li pêşiya avahiya şaredariya ‘Kar Hani’ heta Fetlanokê ketin meşê. Jin bi cil û bergên xwe yên herêmî beşdarî meşê bûn. Bi sedan jinên ku di nav de hevşaredara Agiriyê Mûqades Kûbîşay û parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîrayet Taşdermîr jî beşdar bû, jinan wêneyên jinên siyasetmedar ên li Parîsê û Silopyayê hatin qetilkirin hilgirtin.
Di meşa ku bi rengên kesk, sor û zer xemilî de dirûşmên “Jin,Jiyan, Azadî”, “Bijî Berxwedana Sûrê” bilind bûn û li gel erbaneyan helbest gotin.
Di aktivîteyê de hûnermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê Meral Tekçe helbest gotin, di meşê de 2 ciwan hatin binçavkirin.
BEDLÎS
Li Bedlîsê jî aktîvîstên KJA û xebatkarên jin ên Şaredariya Bedlîsê di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê de li navenda bajêr qûrnefîl belav kirin. Jinan têkîldarî wateya 8’ê Adarê bi derdora re agahî parve kirin, 8’ê Adarê li jinan pîroz kirin.
ERZIROM
Li navçeya Tekman a Erziromê, di pêşengiya jinên KJA’yî de tevî hemû astengiyên polîsan li avahiya Şaredariya Tekmanê konferans hat lidarxistin. Di Konferansê de endamên Kongreya Civaka Demokratîk, KJA, Parlamentera Mûşê Bûrçû Çelîk Ozkan û gelek jin amed bûn.
Di konferansa ku têkoşîna jinê û xwerêveberî hatin vegotin de Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Bûrcû Çelîk Ozkan axaftinek kurt kir, wiha got: “Li Rojava, Kobanê jinan ji şoreşê re pêşengtî kirin û dîrok nivisîn. Îro em heman dîrokê li Cizîr, Sûr û Silopiyayê dinivîsin.”
Aktîvîte bi stranan bi dawî bû.
LI ERXENIYÊ CIVÎNÊN GEL
Li navçeya Erxenî ya Amedê di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê de jinên KJA’yî li navenda bajêr û gundan civîn li dar xistin. Di civînan de Hevşaredara Erxenî Aygun Taşkin, endamên meclîsa Şaredariyê û gelek jinên KJA’yî amade bûn. Di civînên li taxên Sincik, Gîsgîs û Selmanê de ji bo aktîvîteya 4’ê Adarê ya wê li Navenda Çanda Hîllar bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.
Li Çinarê jî di çarçoveya aktîvîteya li Parka Qada Bajêr de li tax û cadeyan belavok hatin belavkirin.