Li Başûrê Kurdistanê şîdeta li dijî jinê her sal zêde dibe
Li Başûrê Kurdistanê, şîdeta li dijî jinê her sal zêde dibe. Statîstîk nîşan dide ku şîdeta li hemberî jinê ya li vê derê di asteke xeternak de ye.
Li Başûrê Kurdistanê, şîdeta li dijî jinê her sal zêde dibe. Statîstîk nîşan dide ku şîdeta li hemberî jinê ya li vê derê di asteke xeternak de ye.
Şîdeta li hemberî jinê, weke pirsgirêka herî mezin a civakî ya serdema me, her di rojevê de ye. Yek ji cihên ku ev şîdet herî zêde lê heye Rojhilata Navîn e. Pispor di wê baweriyê de ne ku tevî krîzên siyasî û aborî, şerê olî û mezhebî yê li herêmê, şîdeta li hemberî jinê zêdetir kirine.
ŞÎDETA LI HEMBERÎ JINÊ DI ASTENEK TIRSNAK DE YE
Li Başûrê Kurdistanê, şîdeta li dijî jinê her sal zêde dibe. Statîstîk nîşan dide ku şîdeta li hemberî jinê ya li vê derê di asteke xeternak de ye.
Li gorî van statîstîkan, rêjeya xwe cuda jî be, ji sala 2012'an û vir ve derdikeve holê ku şîdeta li dijî jinê sal bi sal zêde bûye.
Em ê hewl bidin van statîstîkên navbera salên 2012 û 2015'an ên li bajarên Başûrê Kurdistanê vebêjin û asta bûyerên şîdetê raxin pêş çavan.
Di sala 2012'an de bi giştî 4645 bûyerên şîdetê qewimîne.
Statîstîka di vî warî de ya sala 2012'an bi vî rengî ye:
Îşkenceya fîzîkî: 691
Xwekuştina ji ber hin sedeman: 39
Xweşewitandin: 105
Jinên ji ber sedemên cuda şewitîn: 253
Di raporên şîdetê yên ku me lêkolîn kirin de, rê û rêbaza qewimîna bûyerên ku weke şewitandin û hat şewitandin, nayê vegotin. Bi tenê tê gotin; şewitî û hat şewitandin.
Kuştin: 46
Ev bûyer herî zêde li Hewlêrê qewimiye. Di sala 2012'an de li Hewlêrê bi giştî 22 jin bi îşkenceyê hatin kuştin.
Îstîsmara zayendî: 170
Di nava vê salê de hejmara jinên gilî kirin: 3.426
RÊJE HER BILIND DIBE
Tevî ku di sala 2012'an de bûyerên şîdetê 4.645 bû, di sala 2013'an de ev hejmar gihaşt 5.316'an. Rewşa sala 2013'an li gorî bajar û bûyeran bi vî rengî ye:
Hewlêr: 1.745, Duhok: 1.329, Silêmaniye: 1.270, Germiyan: 555, Raperîn: 417
Kuştin: 50
Ji van bûyerên kuştinê, 28 li Hewlêrê, 11 li Duhokê, 6 li Germiyan, 4 li Silêmaniye û 1 jî li Raperînê qewimîn.
Xwekuştin: 36
Ji van 15 li Hewlêrê, 8 li Silêmaniyeyê, 7 li Duhokê, 5 li germiyanê, 1 li Raperînê rû dan.
Şewitîn: 236
100 li Hewlêrê, 57 li Silêmaniyeyê, 29 li Raperîn, 25 li Duhokê, 25 li Germiyanê.
Xweşewitandin: 113
46 li Hewlêrê, 33 li Duhokê, 21 li Silêmaniyeyê, 7 li Germiyan, 6 li Raperîn.
Îstîsmara zayendî: 138
73 li Silêmanî, 28 li Duhokê, 22 li Raperîn, 8 li Hewlêrê, 7 li Germiyanê.
Hejmara jinên di sala 2013'an de ji ber şîdetê gilî kirine bi giştî 4.743 ye.
ŞÎDETA LI DIJÎ JINÊ HERÎ ZÊDE DI SALA 2014'AN DE HAT KIRIN
Bûyerên şîdetê yên di sala 2014'an de rû dan, bi tenê ji yên hatine qeydkirin tê fêmkirin, ku bi çi rengî roj bi roj gihaştiye asteke tirsnak.
Hejmara bûyerên şîdetê yên di sala 2014'an de hatiye tespîtkirin 7.122 ye.
Ji van bûyerên şîdetê 2.589 li Hewlêrê, 1.772 li Duhokê, 1.174 li Silêmaniyeyê, 940 li Germiyanê, 467 li Raperîn û 218 jî li Soranê hatin tespîtkirin.
Li gorî vê yekê;
Hejmara jinên hatin kuştin 38, jinên xwe kuşt 43, yên şewitîn 300 e.
Girîng e ku careke din were destnîşankirin. Di bûyera 'şewitînê' de di raporan de nayê gotin bi çi rengî pêk hatiye.
Yên xwe şewitandine: 90, yên rastî îstîsmara zayendî hatine: 189 e.
Hejmara jinên di nava vê salê de ji ber şîdetê serî li saziyên fermî dane û gilî kirine, 6.691 e.
PISPOR HIŞYAR DIKIN: CIVAK DÎN DIBE
Hejmara bûyerên şîdetê yên di 6 mehên destpêkê yên sala 2015'an hatin tespîtkirin: 4.616 ye.
Li gorî vê yekê;
Kuştin 38, xwekuştin 43, xwe şewitandin 78, îstîsmara zayendî 76.
Ev bi tenê çend ji bûyerên qewimîne ye. Hejmara jinên ji ber şîdetê gilî kirine di nava vê salê de bi giştî 4.616 teç
Li gorî herêman, şîdet herî zêde li Duhokê hatiye dîtin. Statîstîka sala 2015 li gorî bajaran bi vî rengî ye:
Duhok: 195, Hewlêr: 93, Silêmaniye: 77, Germiyan: 34, Raperîn: 21, Soran: 14.
Li van bajaran bi giştî 4616 bûyerên şewitandin, kuştin û xwe şewitandinê qewimîn. Bûyerên lêdanê, şewitînê, îstîsmara zayendî, di nava vê hejmarê de nîne.
Rapora li ser şîdeta piştî 6 mehên destpêkê yên sala 2015'an nîşan dide ku ev trend her zêde dibe.
Li gorî rapora Komîsyona Mafên Mirovan a Başûrê Kurdistanê di 6 mehên dawî de li Başûrê Kurdistanê 81 jinan dawî li jiyana xwe anîn.
Di raporê de hat ragihandin ku şîdet di 6 mehan de gelekî zêde bûye û hat gotin, "Di 6 mehên dawî de li Başûrê Kurdistanê bi giştî 57 bûyerên şewitandin, 24 bûyerên xwekuştina bi çekê û 65 bûyerên destavêtin û destdirêjiyê li hemberî jinê rû dane."
Li Hewlêrê 12 xwekuştin, 12 kuştin, 41 xwe şewitandin, 3 êrîşên zayendî rû dan. Di nava vê demê de 1.255 doz ji aliyê jinan ve ji ber êrîşa zayendî hatin vekirin.
Li Silêmaniyeyê 11 xwekuştin, 6 kuştin, 24 şewitandina ji aliyê hin kesan ve, 17 xweşewitandin û 29 êrîşên zayendî rû dan. Ji ber êrîşên zayendî 616 doz ji aliyê jinan ve hatin vekirin.
Li Duhokê 23 şewitandin, 4 kuştin, 8 xwekuştin, 10 xweşewitandin û 21 bûyerên êrîşa zayendî rû dan, 964 doz ji ber êrîşa zayendî ji aliyê jinan ve hatin vekirin.
Li herêma Germiyanê 6 kuştin, 2 xwekuştin, 7 şewitandina ji aliyê hin kesan ve, 8 xweşewitandin, 12 êrîşên zayendî rû dan, 440 doz ji aliyê jinan ve li hemberî êrîşa zayendî hatin vekirin.
Tevî van hemû bûyerên şîdetê suneta jinê li herêmê roj bi roj zêde dibe. Li gorî lêkolînan li Hewlêr û Silêmaniyeyê rêjeya suneta jinê ya bi zorê tê kirin ji sedî 60 zêde bûye.