Li Baselê çalakiya piştgiriyê ya ji bo Dayîkên Şemiyê

Li bajarê Baselê yê Swîsreyê ji bo piştgiriya Dayîkên Şemiyê çalakî hate lidarxistin yên ku her şemî li Qada Galatasarayê ji bo dîtina xizmên xwe yên winda dicivin.

Ji bo protestokirina êrîşên li ser çalakiya Dayîkên Şemiyê, Meclîsa Jinan a HDK’ê ya Baselê biryar dabû ku her şemî çalakiyan li dar bixe.

Çalakiya piştgiriyê li Claraplatzê hate lidarxistin û wêneyên kesên winda hatin hildan. Çalakvana mafên mirovan Mîne Nazarî qala çîroka Cemîl Kirbayir kir ê ku piştî cûntaya leşkerî ya di sala 1980’an de hatibû windakirin.

Parlementerê Partiya Sosyal Demokrat ê Baselê Mûstafa Aticî jî tevlî çalakiyê bû. Atici di çalakiyê de axivî û got ku; “Dewleta Tirk êrîşî parêzvanên mafên mirovan û Dayîkên Şemiyê kiriye. Em ê jî her şemî piştgiriya xwe ya ji bo Dayîkên Şemiyê diyar bikin.”

Di çalakiyê de çalakiya karkerên Balefirgeha Stenbolê ya 3’emîn jî hate silavkirin.