Li Basel û Stûttgartê çalakiyên edaletê
Li bajarê Basel ê Swîsreyê û li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, ji bo sê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyên bi daxwaza edaletê hatin lidarxistin.
Li bajarê Basel ê Swîsreyê û li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, ji bo sê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyên bi daxwaza edaletê hatin lidarxistin.
Jinên Kurd ên li bajarê Swîsre Baselê li hev civiyan, xwepêşandanek lidar xistin û ji dewleta Fransayê xwest, li ser rêveçûna lêpirsîna Komkujiya Parîsê daxuyaniyekê bide.
Di çalakiya li meydana Clara Platz a li Baselê de, nûnerên Tevgera Jinên kurd, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd û pêkhateyên HDK'ê jî amade bûn. Di çalakiya protestoyî de ji dewleta Fransayê xwest, dozê ronî bike û sûcdaran jî bêyî taloqkirina dozê, dadgeh bike.
Di çalakiyê de belavoka Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) hat xwendin û li ser navê tevgerê Xanê Aslan peyivî. Aslan got, "Tevî ku 3 sal di ser dozê re derbas bûye jî hê nehatiye ronîkirin. Rewşa ku Omer Guney daxwaza berdanê dike û rapora li ser tenduristiyê dixwaze, me dixe nava fikaran. Ev komkujî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin. Hemû delîl vê nîşan dide. Lewma ne rast e ku were nîşandan ev komkujî ji aliyê şexsekî bi tenê ve hatiye kirin. Berpirsyarê vê komkujiyê dewleta Tirk e û divê dewlet di vê dozê de were darizandin. Em li bendê ne dewleta Fransayê li ser rêveçûna dozê daxuyaniyekê bide."
Çalakî piştî axaftina endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst û HDK'ê, bi qîrîna dirûşman qediya.
STÛTTGART
Li Stûttgartê jî, ji bo şermezarkirina rewşa heyî ya doza li ser komkujiya Parîsê çalakiye hat lidarxistin. Di çalakiya li navenda bajêr de belavok hatin belavkirin û bal hat kişandin ser xemsariya dwleta Fransayê.
Çalakî bi qîrîna dirûşma "Jin Jiyan Azadî" piştî 45 deqeyan qediya.