Li Basel û Dusseldorfê çalakiyên edaletê hatin lidarxistin

Ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîse hatin qetilkirin, li bajarê Swîsre Baselê û li bajarê Elmanya Dusseldorfê çalakiyên edaletê hatin lidarxistin.

Ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîse hatin qetilkirin, li bajarê Swîsre Baselê û li bajarê Elmanya Dusseldorfê çalakiyên edaletê hatin lidarxistin.

BASEL

Ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîse Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanen Kurd Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, li ser banga Meclîsa Jinê ya Ronahî roja 22'ê Hezîranê li Baselê çalakiya 'edaletê' hat lidarxistin.

Di vê çalakiya ku li ser banga Meclîsa Jinê ya Ronahî mehê carekê tê lidarxistin de, belavok hatin belavkirin, wêneyên her sê jinan hatin hildan û banga hişyarî û berpirsyariyê li jinan hat kirin.

DUSSELDORF

Ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê roja Çarşemê çalakiya edaletê hat lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinê û YJK-Elmanya ve hat organîzekirin. Vê hefteyê ji aliyê endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hagenê ve hat birêvebirin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Sara Rojbîn Ronahî", "faşîst Erdogan, hevkar Fransa", "Kujerê jinan Erdogan" hatin qîrîn. Çalakî piştî xwendina belavoka bi zimanê Elmanî, qediya.

...