Li Bakûrê Kurdistanê bernameya 8'ê Adarê
Li Bakûrê Kurdistanê bernameya 8'ê Adarê
Li Bakûrê Kurdistanê bernameya 8'ê Adarê
Li Amed û Êlihê bernameya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat aşkerakirin. Çalakiyên îsal dê ji bo 3 jinên şoreşvan ên kurd ku li Parîsê hatibûn qetilkirin bên lidarxistin. Li Wan û Colemêrgê jî jinan bi daxuyaniyan bernameyên xwe aşkera kirin. Ji bo 8'ê Adarê dê îsal çalakiyên wekî, mitîng, meş, civîn ji jinên girtîre şandina kartan, belavkirina gulan û gelek çalakiyên reng bi reng dê bên lidarxistin.
AMED
Endamên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) bi wesîleya aşkerakirina bernameya 8'ê Adarê û bibîranîna 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin ji ber avahiha Rêxistina BDP'ê ya Amedê heta Girtîgeha Tîpa E ya Amedê meşiyan. Di meşê de li gel wêneyên hersê jinên kurd ên hatine qetilkirin gelek dovîz û pankart jî hatin vekirin. Her wiha jinan di meşê de bê navber sloganên "Jin jiyan azadî", "Şehîd namirin" û "Ji Ocalan re azadî" qêriyan. Alîkara Serokê Kooperatîfa Jinan a Rezan Nûran Yildiz li piştî meşê li ber girtîgehê axaftinek kir. Yilmaz ku axaftina xwe dibin dorpêçkirina polîsan de kir Endama PKK'ê Sakîne Cansiz a hate qetilkirin bibîranî û anî ziman ku Cansizê di Girtîgeha Amedê de berxwedanek bê hempa daye nîşandan, ji ber wê jî Girtîgeha Amedê ji bo wan nîşaneyek gelek girînge. Yilmaz di berdewanê de destnîşan kir ku ew dê li Amedê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derkevin qadan û banga piştgiriyê kir.
Piştî axaftinê Yilmaz bernameya pîrozbahiyên 8'ê Adarê aşkera kir. Bernameya ku hate aşkerakirin wihaye:
"* 1'ê Adê saet di 18.'an de dê li Park Ormanê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemezê çalakiya bibîranînê bê lidarxistin.
* 1'ê Adarê dê li Lice, Farqîn û Bismilê meşên jinan bên lidarxistin. Meş dê saet di 10.00'an de dest pê bikin.
* 3'ê Adarê li Amedê dê mitîngek mezin bê lidarxistin. Mitîng dê li Qada Îstasyonê saet di 10.00'an de dest pê bike.
* 5'ê Adarê dê li Qada Deriyê çiyê Qursiya Serbest bê damezirandin û meşekî bi meşaleyî bê lidarxistin. Ev çalakî jî dê saet di navbera 12.00 û 18.00'an de bên lidarxistin.
* 6'ê Adarê li Erxeniyê dê meş û bibîranîn bê lidarxistin.
* 6'ê Adarê dê ji Postaxeneya Ofîsê ji jinên girtî re kart bên şandin. Saet di 11.00'an de
* 6'ê Adarê dê li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn nîşandana Stand up dê bê lidarxistin. Saet di 19.00'an de
* 8'ê Adarê jin dê ji bo tevlibûna mîtînga mezin a li Dêrsimê saet di 06.00'an de li ber avahiya BDP'ê ya Amedê bên cem hev û biçin Dêrsîmê.
ÊLIH
Endamên Platforma Jinan a Êlihê jî bi civînek çapemeniyê bernameya 8'ê Adarê fşkera kir. Civîn li avahiya BDP'ê ya Êlihê hat lidarxistin. Xebatkara Navenda Şewirmendiyê ya SELÎS'ê ya Êlihê Nefîse Akil, bername aşkera kir û diyar kir ku ew dê 2'ê Adarê li Qada Komarê ya Êlihê mîtîgek mezin lidar bixin. Mitîng dê bi tevlibûna hunermend Zelal Gokçe, Yasemin Goksu û Koma Rozdan bê lidarxistin.
Bernameya ku dê 11 rojan dewam bike wihaye:
"* 23'ê Sibatê wê li taxan civîn bên lidarxistin.
* 24'ê Sibatê dê li Parka 8'ê Adarê civînek bê lidarxistin. 25'ê Adarê jî dê belavok bên belavkirin.
* 26'ê Sibatê saet di 11.00'an de dê ji jinên girtî re kart bên şandin. Di 27'ê Adarê jî dê dîsa civîn bên lidarxistin.
* 4'ê Adarê saet di 12.00'an de dê li Hezoyê şahiyek bê lidarxistin 12.00'an de
* 5'ê Adarê dê li Bişirêyî jî saet di 12,00'an de şahiyek bê lidarxistin.
* 6'ê Adarê saed di 12.00'an de dê li Kercews şahiyek bê lidarxistin.
COLEMÊRG
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê 8'ê Adarê dê şahiyek bê lidarxistin. Li gel vê dîsa li navçeyê 21'ê sibatê jin dê biçin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê û dê li vir gulan bidin jinên nexweş û hemşireyan. 1'ê Adarê jî jin dê ji jinên girtîre kartan bişînin.
WAN
Lijneya Jinan a Şaredariya Wanê jî derbarê çalakiyên xwe yên ji bo 8'ê Adarê de agahî dan. Lijneyê bi vê minasebetê li salona civînê ya Meclîsa Şaredariyê civînek lidarxist. Berdevka Lijneyê Ayşe Harmanci li vir axaftinek kir û wiha axivî: "Xebatkarên jin ên şaredariyê 8'ê Adarê wê bi destûr bin. Em dê wekî lijne kermesekî lidarbixin. Hatiniya kermesê jî em dê ji gelê Suriyeyê re bişînin." Kermes dê 1'ê Adarê dê li Kolana Hunerê bê vekirin. Her wiha 6, 7 û 8'ê adarê jî dê hin çalakî bên lidarxistin.