Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb û Şamê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî hatin lidarxistin.

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb û Şamê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî hatin lidarxistin.

HOL

Kongra Star a navçeya Holê broşorên li ser 8ˊê Adarê li dikan, mal û şêniyên navçeyê belav kirin. Komîteyan diyar kir ku di proşoran de agahiyên li ser dîroka roja 8'ê Adarê û girîngiya wê rojê di têkoşîna jinan de hatine diyarkirin.

DÊRAZOR

Li bajarokê Kîsra yê rojavayê Dêrazorê konekî folklorî hat danîn. Tê de cil û bergên folklorî û karên destan ên jinên Dêrazorê ku balê dikişînin ser reseniya kultûra herêmê û rola jinan di parastina wê de, hatin pêşkêşkirin.

Hevseroka Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Fatme El Mewran destnîşan kir ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û projeya wê ya niştîmanî rola jinan vejand û diyar ku şoreşê jin gihandin astên herî bilind ên berpirsiyariyê.

Berdevka Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa axivî û got: “Me destkeftiyên şoreşê ku jin beşdar bûne bi dest xistin. Êdî jin dibin hevserok di Rêveberiya Xweser de û xwe di hemû qadan de îsbat kirin."

Şahî bi lîstikeke şanoyê li ser rola jinan û têkoşîna wan di hemû qadan de bi dawî bû.

HELEB

Li Helebê endamên jin ên Komîteya Çalakiyan û Meclîsa Rêveber a Kongra Star bi cil û bergên xwe yên folklorî li pêşiya navenda kongrayê ya li Taxa Şêxmeqsûdê kom bûn û berê xwe da navendên Meclisa Malbatên Şehîdan, Parastina Cewherî, Federasyona Gaziyan, Hêzên Ewlelariya Hundirîn û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û roja 8'ê Adarê li wan pîroz kir.

Her wiha li hersê bendên kontrolê yên Hêzên Ewlelariya Hundirîn ên taxê dar çandin.

Her wiha Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şevbêrka helbestan li hola 8'ê Adarê li dar xist. Tê de endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdar bûn.

Di şevbuhêrkê de hevseroka Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Leyla Xalid li ser roja 8ˊê Adarê axivî.

Piştre koma muzîkê li keman û tembûrê dan, jinan helbestên li ser jinên berxwedêr xwendin û Koma Şehîd Sosin Bîrhat govendên folklorî pêşkêş kirin.

ŞEHBA

Li Şehba û navçeya Şêrewa bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê tevlî 2 çalakiyên cuda bûn.

Di çalakiya li navçeya Til Rifetê de rêvebera Kongra Star Nazliye Reşo 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got: "Jinan bi rêya fikrên Rêber Abdullah Ocalan li dijî pergala baviksalarî tê koşiya."

Nazliye Reşo banga bilindkirina asta têkoşînê kir.

Çalakî bi gerandina govendê û stranên şoreşgerî bi dawî bûn.

ŞAM

Di heman çarçoveyê de Kongra Star a paytexta Sûriyê Şamê rêzeçalakî bi beşdariya bi dehan jinan li Taxa Zorava li dar xistin. Di çalakiyan de jinan bal kişand ser şoreşa jinan, têkoşîna wan li dijî hişmendiya baviksalarî.

Beşdaran destnîşan kir ku jinên Kurd bi saya fikrên Rêberê Gelê Kurd têkoşîna xwe didomînin û soza şopandina fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û doza azadiya jinan nû kir.

Çalakî bi dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bûn.