Li Bakûr û Rojhilatê Suriyê pîrozbahiyên 8’ê Adarê

Li gelek bajarên Bakûr û Rojhilatê Suriyê pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê didome.

Pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Bakûr û Rojhilatê Suriyê didome.
TIRBESPIYÊ
Yekitiya Mamosteyan a navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo li Dibistana Şehîd Cahîda Ronak û Hola Nadî Siyahî ya navçeyê bi beşdarbûna mamosteyan du semîner organize kir.
Semînera li dibistana Şehîd Cahîda Ronak ji aliyê hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Perwîn Yûsif û ya li hola Nadî Siyahî ji aliyê endama rêveber a Kongreya Star Gulîstan Gulo ve hatin birêvebirin.
Semîneran bi deqeyek rêzgirtinê destpê kirin, Perwîn Yûsif û Gulîstan Gulo li ser dîroka 8'ê Adarê semîner dan.
Di semînerê de hate gotin, mamoste bingehê avakirina civaka azad û demokratîk in.
Her wiha behsa şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin û gotin: "Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê wateyên rizgarkirina jinê hilgirt, ji ber ku jin hêmanê sereke ya di civaka me de ye, lê gelek pergal di nav de hikumeta Şamê, hîna qanûnên ku azadiya jinan asteng dikin, hildigrin, divê tevahî civak bibe hevkar da ku hişmendiya baviksalarî bi dawî bibe."
Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.
ÇILAXA
Girêdayî heman mijarê, şandeyek ji Kongreya Star a Çilaxa ya Kantona Qamişlo serdana navendên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin û 8'ê Adarê li wan pîroz kir.
Di serdanê de behsa rola hêzên ewlekariyê ya di pêkanîna aştî û aramiyê de hate kirin ku azadiya jinan bingehê ji xwe re girtin.
HELEB
Li Helebê jî Nivîsgeha Meclisa Jinan a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan, belavokên girêdayî 8'ê Adarê, armancên Meclisa Jinan a Sûriyê, li mamoste û jinên di nava saziyên civaka sivîl de kar dikin, parve kirin.
Her wiha gul diyarî tevahî mamosteyên li dibistanan kirin.
Girêdayî mijarê, endama rêveber a Meclisa Jinan a Sûriyê ya nivîsgeha Helebê, Heyfa Hesen axivî û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku ji ber keda mezin a mamosteyan ku nifşan ava dikin me serdana wan kir û gul diyarî wan kir.
REQA
Li bajarê Reqayê bi beşdarbûna bi dehan jin, şahiyeke li navenda Rêveberiya Jinan hate lidarxistin.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Bi navê Meclisa Giştî ya bajarê Reqayê Hefîza Mihemed û bi navê Rêveberiya Jinan Solîn Reqa axivîn, di axaftinan de 8'ê Adarê li hemû jinan hate pîrozkirin û banga xurtkirina têkoşînê ya li hemberî hişmendiya baviksalariyê hate kirin.
Dayika şehîd Îbrahîm El Xelef ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, helbestek li ser şehîdan xwend.
Piştî şahiyê jinan diyarî dan jinên ku di saziyan de ked dayî.
TEBQA
Bi heman armancê, Rêveberiya Jinan Tebqayê bi beşdarbûna bi sedan jinên herêma Tebqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî konê kevneşopî li pêşiya Akademiya Adar Harûn a Jinan vegirt.
Piştî deqeya rêzgirtin, endama rêveber a Rêveberiya Jinan Zeyneb Mihemed, endama Rêveber a Meclisa Jinan a bajarokê Ebû Asî Meryem Osman bi xêrhatina beşdaran kir û got: "Bi rêya vê konî em çand û kevneşopiya xwe xuya dikin."
DIRBÊSIYÊ
Li Jinwar a navçeya Dirbêsiyê şahiyek hate lidarxistin û dar hatin çandin.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre dayika şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mihemed axivî, 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê û jinên têkoşer pîroz kir û got: "Jin li tevahî cîhanê ji bo mafê xwe û pêkanîna edalet û wekheviyê têdikoşe."
Dayika şehîd Hevrîn bal kişand ser rola jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha domand: "Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di tevahî qadan de gelek serkeftin bi dest xistin, ji ber vê yekê ev şoreş bi şoreşa jinan tê naskirin. Roja 8'ê Adarê roja aştî, azadî û têkoşîna hemû jinan e. Divê tevahî jinên cîhanê ji bo pêkanîna wekhevî û edaleta jinê tê bikoşin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.