Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên 8’ê Adarê

Li bajarên Hesekê, Girkê Legê, Dêrik, Şehba û Şêrawa yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî û merasîmên cûr bi cûr lidarxistin.

Di çarçovaya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî û merasîmên jinan didome.

HESEKÊ

Li Salona Reşo semînarek ji aliyê Meclîsa Jinan a PYD’ê hate dayîn. Semînar bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Gelek jin tevlî semînarê bûn.

Di semînarê de ji rêveberên Akademiya Şehîd Rûken Ezîz Elî axivî û diyarkir ku divê mêr xwe ji hişmendiya zilamsalar rizgar bike. Semînar bi qêrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Bi armanca guhertina mêyzandina mêran ya li hemberî jin û danasîna rolê jin ya di nava civakê de Koordînasyona Kongreya Star a Girkê Legê semînarek da mêran. Gelek mêr tevlî semînarê bûn. Semînar li Sendîkaya Karkeran a li Rimêlan hate lidarxistin.

semînar bi deqeyek rêzgirtinê ve destpêkir. Ji rêveberên Akademiya Civaka Demokratîk a Dêrikê Şîlan Dêrik di semînarê de axivî. Şîlan Dêrik di têkildarê weguhertina hişmendiya zilamsalar nirxandin kir û girîngiya rola jinê ya di nava civakê de pênase kir. Şîlan Dêrik anî ziman ku dagirker gelan êsîr digrin û di mijara pêşketinê de jî hewl didin ku wana paşketî bihêlin, her wiha pêwîste ku civak li hemberî planên dagirkeran hişyar be.

DÊRIK

Li Navenda Çand û Hunera Dîcle semînarek derbarê 8’ê Adarê hate dayîn. Gelek jin û mêr tevlî semînarê bûn. Semînar bi deqeyek rêzgirtinê ve destpêkir. Di semînarê de Hevseroka Meclîsa Dêrikê Zelfa Bîdûr axivî.

Zelfa Bîdûr bibîr xist ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li her qadê cihê xwe girtine û got: “Di serî de li qadên leşkerî, siyasî, dîplomasî û ekonomî, jin li navenda bîryardayîna her qadê de cihê xwe digre. Di hemû şoreşên ku li cîhanê pêkhatinî de jin rolê xwe ya berxwedêr daniye holê. ji çalakiyên li New Yorkê heya bi şoreşa Rojava têkoşîna jinên kedkar bûye asta sembola jinên azad.” Semînar bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

ŞEHBA

Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan bi cil û bergên xwe yên herêmî li navçeya Şêrawa meşek lidarxistin. Jinan ku li ber mûzîkê dimeşiyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankarta li ser hatibû nivîsandin “Serkeftina jina azad 8’ê Adarê dixemlîne” hilgirtin. Jinan di tevahiya meşa xwe de bal kişandin li ser 8’ê Adarê.

Li Wargeha Veger ya li Şêrawa jî pîrozbahiya 8’ê Adarê ji aliyê Kongreya Starê ve hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de li ber ahengên şoreşgerî govend hatin gerandin.