Li bajarê Bordeaûxê Însiyatîfa Jinê ya Doga Jiyan ava bû
Li bajarê Fransa Bordeaûxê, Însiyatîfa Jinê ya Doga Jiyan ava bû.
Li bajarê Fransa Bordeaûxê, Însiyatîfa Jinê ya Doga Jiyan ava bû.
Li bajarê Fransa Bordeaûxê, Însiyatîfa Jinê ya Doga Jiyan ava bû.
Jinên Kurd ên beşdarî meşa 1'ê Gulanê bûn, piştre li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civînek lidar xistin. Civîna ku gelek jin lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir.
Jinên Kurd di civînê de pirsgirêkên xwe yên li Fransa û Kurdistanê nirxandin. Di encama van nîqaşan de biryar hat dayîn rêxistinbûyîneke xurt û nû were avakirin.
Bi vê armancê Însiyatîfa Jinê ya Doga Jiyan a ji 4 komîsyonan pêk tê hat damezrandin. Di nava însiyatîfê de komîsyonên têkiliyên derve, çand, projeyên civakî û perwerdeya ciwanan cih digirin.