Li Arjantînê li hember komkujiyên li dijî jinan meş

Li Arjantînê qetilkirina sê jinan bi girseyî hat şermezarkirin. Ji bo şermezarkirina qetilkirina sê jinan jin, mêr, zarok û îxtiyar li qadan bû.

Li Arjantînê qetilkirina sê jinan bi girseyî hat şermezarkirin

Yek ji çalakiyên şermezarkirinê yên herî mezin a dîroka Arjantînê de îro pêk hat. Ji bo şermezarkirina qetilkirina sê jinan jin, mêr, zarok û îxtiyar li qadan bû. Di serî de li paytext Buenos Aîres, li gelek bajarên Arjantînê li hember qetilkirina jinan çalakî hatin lidarxistin.

Qetilkirina sê jinan li Arjantînê bi girseyî tê şermezarkirin. Yek ji jinên hat qetilkirin mamosteya dibistana baxçeyê zarokan (beriya seretayî) bû. Li Arjantînê mamostaya dibistana baxçeyê zarokan ji aliyê hevserê xwe yê berê li ber çavên xwendekarên wê hat qetilkirin, zaroka keç a 14 salî bi sedema ducanî ye li pişt mala xwe hat binaxkirin û jinek ji aliyê partnerê wê yê berê ve hat gulebarankirin û qetilkirin. Qetilkirina her sê jinan bi girseyî tê şermezarkirin.

Di çalakiyê de jineke 89 salî got: “Civak tenê modela pergala bi serweriya zilam esas nagire.”