Li Arjantînê bi sedhezaran jin li dijî cînayetên jinan daketin kolanan

Li Arjantînê li dijî bi sedan cînayetên jinan, bi sedhezaran kes daketin kolanan. Wezîra dewletê Crîstîna Kîrchner û lîstikvanê futbolê Lîonel Messî jî piştgirî dan meşê.

Li Arjantînê li dijî bi sedan cînayetên jinan, bi sedhezaran kes daketin kolanan. Wezîra dewletê Crîstîna Kîrchner û lîstikvanê futbolê Lîonel Messî jî piştgirî dan meşê. Her wiha li welatên Latîn Amerîkayê jî hezaran kes rabûn ser piyan.

Di rojên dawî de li dijî cînayetên jinan yên zêde bûne li paytext Bounos Aîres û gelek bajarên din çalakiyên protestoyî pêk hatin. Bi sedehzaran kes beşdarî çalakiyan bûn û di çalakiyan de piranî jin beşdar bûn.

Ji bijî Arjantînê hat hînbûn ku protesto li Meksîka û Şîliyê jî ku cînayetên jinan lê zêdene jî pêk tên.  Wezîra jinan Crîstîna Kîrchener û lîstikvanê futbolê Lîonel Messî jî piştgirî dan meşa li Arjantînê.

Li gorî daneyên saziya civaka sivîl ya Casa del Encuentro di 2014’an de 277 jin hatine qetilkirin.