Li Amsterdamê meşa 8’ê Adarê
Li Amsterdamê meşa 8’ê Adarê
Li Amsterdamê meşa 8’ê Adarê
Li paytextê Hollanda Amsterdamê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê bi meşekê pîroz kir. Jinên Kurd yên ku di meşê de wêneyên 3 jinên Kurd yên şoreşger ku li Parîsê hatibûn qetilkirin hilgirtin, xwestin komkujî bê ronî kirin û berpirs bên darezandin.
Li paytextê Hollanda Amsterdamê biboneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê meşek hate li darxistin. Meşa ku ji aliyê gelek rêxistinên jinan ve hate organîze kirin, li Qada Dam ya navenda bajar pêkhat. Jinên Kurd di meşê de bi al û sembolên xwe tevlîbûn.
Di meşa ku wêneyên 3’ê jinên Kurd yên şoreşger yên li Parîsê di encama sûîqestê de hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Leyal Şaylemez û Fîdan Dogan, pankartên ‘Bijî 8’ê Adarê’ lê nivîsî û alên KJB hatîn hilgirtin, her wiha sloganên ku komkujî şermezar kirin hatin qîrîn.
Di meşê de di çarçoveya kampanya ‘Em edaletê dixwazin’ ya ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinan ya Ceniyê ve bi daxwaza ronîkirina komkujiya Parîsê hatî destpêkirin, kartposteyên ji bo hikumeta Fransayê bişînin hatin belavkirin.
Piştî meşê di danezana hevpar hatî dayîn de komkujiya Parîsê hate şermezar kirin û bang li hikumeta Fransa hate kirin ku, komkujiyê ronî bike û kujeran darezîne.
Meş bisloganên hatin avêtin bidawî bû.