Li Amerîkaya Latîn bi deh hezaran jin tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê bûn

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, di serî de Arjantîn, li gelek welatên Amerîkaya Latîn bi deh hezaran jin daketin kolanan.

Bi banga kolektîfa jinê ya bi navê ‘Ni Una Menos (Bila Jinek Din Kêm Nebe)’ li paytexta Arjantîn Buenos Aîresê bi deh hezaran jin tevlî pêşandanê bûn. Di çarçoveya çalakiyê de ku tundî, destdirêjî û destavêtin hatin protestokirin, mabeyna Parlamento û Plaza de Mayo de meşek hat lidarxistin.

Bi boneya 25’ê Mijdarê li Ûrûgûayê jî bi hezaran jinan li paytext Montevîdeo çalakî li dar xistin. Çalakî bi banga Mujeres de Negro (Jinên Siyahî) pêk hat.

Li gelek welatên Amerîkaya Latîn jî bi armanca lanetkirina tundiya li ser jinê, jinan çalakî li dar xistin.