Li Amedê mîtînga 8’ê Adarê: Dem dema îsyanê ye
Jinan tevî hovîtî û terora AKP/Qesrê jî diyar kirin ku wê dest ji têkoşîna azadiya bernedin, gotin “Dem dema îsyanê, berxwedanê ye.”
Jinan tevî hovîtî û terora AKP/Qesrê jî diyar kirin ku wê dest ji têkoşîna azadiya bernedin, gotin “Dem dema îsyanê, berxwedanê ye.”
Mîtînga fînala 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li gel hemû astengî û qedexeyên polîsan bi coşek mezin didome. Jin ji 4 aliyên Amedê herikîn qada mîtîngê û dengê xwe bilind kirin. Jinan bi silogan û newayan dengê berxwedan û raperînê li Amedê bilind kirin.
Mîtînga fînalê ya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ku di pêşengiya Kongreya Jinen Azad (KJA) de li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk hat, bi coşek mezin hat pîrozkirin. Polîsan bi hinceta "Îxbara bombeyê" heye destûr nedan demek dirêj jin têkevin qada mîtîngê. Lê jinan bi siloganan barîkata polîsan rakir û ketin qada mîtîngê. Jin ji çar aliyan ve herikîn qada mîtinge û li qadê bi coşek mezin 8'ê Adarê pîroz kirin. Li qada mîtîngê pankarta mezin a "Jin ji bo Rêbertî û Azadiya xwe li ber xwe didin." hat daliqandin. Dîsa pankartên "Li dijî şer aştiya civaki, li dijî tundiya mêr hevjiyana azad" "Bi mîrateyê Roza u Sarayan ber bi azadiyê", "Azadîya to azadiya mawa" û "Ji kesên jiyana rûmet, dil, coş û hezkirina jinê ava kir hezar silav" vekirin.
Jin berî bimeşin qada mîtîngê li ber avahiya KCD'ê kom bûn û bi erbane û stranên kurdî û tirkî govend gerandin. Jinan bi cilên herêmî qad rengandin û rêveberiyên cewherî yên Sûr, Sîlopya û Cizîrê silav kirin.
ASTENGIYÊN POLÎSAN RAKIRIN Û MEŞIYAN
Polîsan di destpêka meşê de pankarta "Bi Parastina Rewa ber bi Azadiyê ve" bi hinceta "Parastina rewa" destûr nedan meşê. Piştî wekîl û rêveberên HDP'ê ketin navberê û jinan sloganên "Bijî berxwdana Surê" û "Jin jiyan azadi" jin metiyan Qada Îstasyonê. Di refê pêşî yê meşê de jinên bi erbane cih girtin û ji Ofîsê derbasî qada mîtîngê ya Îstasyonê bûn. Jin dema meşiyan û ketin qada mîtîngê polîsan pankart, dowîzên KJA, DBP'ê yên rêveberiyên cewherî û berxwedanê silav dikin û pankartên wêneyên Miray, Sêvê Demir, Fatma Uyar û Pakize Nayir li se hebûn desteser kirin. Piştî nuqteya polîsan jinan ewlehiya qada mîtîngê girt.
Bi hezaran jin li qada Îstasyonê kom bûn. Jinên li qada mîtingê kom bûn, bi stran, newa, silogan û coşek mezin 8'ê Adarê pîroz kirin. Koma Erbanê ya Cegerxwin, Koroya Şehit Mizgin a Herêma Amedê, hunermend Nihal, Koma Berji û Pınar Aydinlar derketin ser dikê. Jinan bi coşek mezin 8'ê Adarê pîroz kirin.
KIŞANAK: EM Ê LI HEMBER ŞÎDETA DEWLET ZILAM TÊBIKOŞIN
Di mîtîngê de destpêkê Hevşaredara Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak axivî, diyar kir ku jin rexmî her tiştî jî dibêjin aştî, ji ber vê jî di refên pêş de cih digirin.
Kişanak bi kurtahî wiha axivî: “Em jin, em ê koledartiyê qebûl nekin. Em ê her tim di refên azadiyê de cihê xwe bigirin. Aştiyek ku jin tê de cih negirin ne aştiyek bi rûmet e. Em ê li hember şîdeta dewlet zilam têbikoşin.”
ATA: EM Ê BI ÎRADEYA ŞOREŞGERÎ VÊ NÎZANÊ VEGUHERÎNIN
Berdevka KJA Ayla Akat Ata ji Amedê heta Stenbolê tevahî jinên ji bo azadî, wekhevî, aştiyê derketine qadan silav kir. Ata destnîşan kir ku wek jin wê heta dawî li ber xwe bidin, wiha dewam kir: “Bersivek jinan heye. Em li her derê têdikoşin. Dewlet zilam e, burokrasî zilam e. Ev civak guherî, veguherî. Ev di civakê de şoreşekê hê nav lê nehatiye kirin e. Di jiyanê de wekhevî, azadî. Em ê bi îradeya şoreşgerî vê nîzamê biguherin. Em amade ne.”
KOÇYÎGÎT: DEM DEMA ÎSYANÊ YE
Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Koçyîgît tevahî jinên berxwedêr silav kir. Koçyîgît wiha axivî: “Yên ji em neyên gel hev bombe danîn qadan, divê îro bên vê qadê û binêrin. Têkoşîna aştî, azadî û azadiya jinê çawa wek me duh diparast, îro jî em diparêzin. Çi di destên me de hebin, me bi berxwedanê, têkoşînê bi dest xist.”
Koçyîgît destnîşan kir ku AKP’e li hember gelan dest bi şer kiriye, wiha dom kir: “Mafê herî xwezayî yên gelan xwerêveberiyê îro li Cizîr, Silopiya, Farqîn, Sûr, Hezexê bi tank û topan hewl didin bitepisînin. Tevî her der xistiye bin dorpêça tîmên taybet jî, me li ber xwe da, em ê li ber xwe bidin. Em ji kevneşopiyek berxwedêr tên. Em hevalên Sakîneyan, Sêvêyan, Pakîzeyan, Fatmayan in. Em ewladên Dayika Taybet in. Ma hêsan e me têk bibin?”
Koçyîgît bi bîr xist ku li her derê Tirkiyeyê li hember jinana şerek hatiye îlankirin, wiha got: “Li hember vî şerê em ê sekna xwe ya jin, têkoşîna jin bidomînin. Ew jî jixwe ji vê ditirsin.”
Hevberdevka HDK’ê Koçyîgît got: “Êdî em wek jin hatin dawiya axaftinê. Dem dema berxwedanê ye. Dem dema îsyanê ye. Dem dema rêxistinkirina hêrsê ye.”
Piştî Koçyîgît parlamenterên HDP’ê derketin dikê û jin silav kirin. Piştre Wekîna Seroka Koma HDP’ê Çaglar Demîrel mafê axaftinê wergirt. Demîrel berxwedanên xwerêveberiyê silav kir, diyar kir ku ji bo pêvajoya çareseriyê destpê bike pêwîst e azadiya Ocalan pêk were.
YUKSEKDAG: ME SOZ DANE JINAN
Herî dawî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag derket ser dikê û axivî.
Yuksekdag jinên berxwedêr silav kir û got, "Weke jinên azad, jinên serî natewînin, teslîm nabin û li dijî teslîmiyetê li ber xwe didin, hûnîro li vir li hev civiyane. Ji bajarê berxwedanê ji Amedê, ji nava Sûrê, em hemû jinên bi berxwedanê re azad dibin, bi azadbûrê re bedew dibin bi coş û rêzdarî silav dikin."
Yuksekdag da xuyakirin, ku bihara berxwedanê hatiye û got, "Me gotibûn; 'hûn dikarin kulîlkal biqurmiçînin, lê hûn nikarin pêşî li hatina biharê bigirin'. Vaye bihar dîsa hat. Merhebaji bihara berxwedanê re. Ji rojên pîroz ên gelên me, ji siberoja ronî re merheba."
Yuksekdag berxwedêrên xwerêveberiyê silva kir û got, "Ji wan heye ku wê vîna azad a gelan û jinan bi zilmê bifetisînin, lê li her meydanê bersiva xwe dibînin."
Çend ji xalên di axaftina Yuksekdag de derketin pêş bi vî rengî ne: "Me ji wan re negot, hûn nikarin hilweşînin, me ji wan re negot hûn nikarin xwînê birijînin, me ji wan re negot hûn nikarin wehşetê bikin. Ew gelekî baş bi kuştinê dizanin. Ji bilî hilweşandin, kuştin û wehşetê ev desthilatdariya siyasî ji tiştekî fêm nake. Lê ya ku ew pê dizanin, wê nikaribe wan xilas bike. Bi vê yekê re wê nikaribin desthilatdariya zilmê biparêzin. Bi vê zilmê re wê her nebaş bibin. Ew têk çûn, ew têk diçin.
Serbilindî, baweriya bi siberoj û jiyanê ye. Me xwe diyarî jiyanê kirine. Li navenda jiyanê, jinê û azadiyê em bi serbilindî disekinin. Van jinan li hemberî wan serî netewandin. Ti carî netewand wê qet netewînin.
Ji bo bi ser xistina vê meşa azadiyê em bi rê ketine. Kes nikare me bisekinîne. Ji ber ku me soz dane. Me soz dane Sakîne, Sêvê, Dayika Taybet, Pakîze, me doz dane dayika Fatma ya li Sûrê hat qetilkirin. Me soz daye wê xwişka xwe ya berxwedêr a li Cizîrê bedena wê bi awayekî bê fedî li naverastê tazî kirin. Ev doza daxwaz û hêza me ya berxwedan û serketinê ye. Yên ji soza xwe vegerin, bila mîna wan bin.
Dorpêçiya li ser Sûrê dewam dike. Ji bo ya li Cizîrê kirine li Sûrê dubare bikin, di nava hewldanan de ne. Tevî ku gotine 'me sivîl derxistine' jî îro hînê bi dehan jin, jinên ducanî, zarok li Sûrê asê man e. Desthilatdariya siyasî, gelê ku neanî ser çokan, dixwaze bi zilm û zordariyê re teslîm bigigre. Lê tiştek heye ku pê nizanin: Cara yekê nîne ku em ji vê xeleka îşkence û felaketê derbas bûn. Em ê dîsa jê derbas bibin.
'WÊ HESABÊ SÛCÊN ŞER BIDIN'
Cizîr rûmeta me ye, lê ji bo wan cihê şermê ye. Cizîr tevî wê komkujiyê jî serbilind e, bi rûmetdarî xwedî li ax û nirxên xwe derdikeve. Gelê Cizîrê wê wehşetê mehkûm dike. Ev rûmeta me ye. Mîna ku Mehmet Tûnç got, 'Em bi lehengên Cizîrê, bi lehengên vî gelî re serbilind in'. Lê belê wê ev yek di rûpelên dîrokê de ji bo wan bibe cihê şermê. Lê ewqasî ketine nava faşîzmê, şerm jî ji bîr kirine. Lê wê hesabê sûcên şer ên li Cizîrê bidin. Em çiqasî li ber xwe bidin, wê planên wan ên têkbirinê jî ewçend têk biçin.
Li holê, gelekî azad bûye, gelekî ber bi serketinê ve dimeşe heye. Ji vê ditirsin. Ji ber vê yekê astengiyan derdixînin pêşiya vîna gel û jinan. Ew çiqasî nirxên mirovahiyê binpê bikin, em ê jî nirxên mirovahiya bindest ji xwe re bikin al û her li ba bidin.
Em vê zîhniyeta desthilatdariya siyasî ku bi mehan e Birêz Ocalan tecrîd kiriye, vê siyaseta tecrîdê lenet dikin. Jin û gel wê vê tecrîdê bişikînin. Jinên azad û berxwedêr wê vê tecrîdê û dorpêçiyê rakin.
8'ê Adarê mizgîniya biharê û siberojê ye. Silav ji hemû jinên bi serbilindî li ser piyan e. 8'ê Adarê li we hemûyan pîroz be."